Hunermendan berxwedêrên grevê ziyaret kir
10 Îlon
19:20
2016
AMED (DÎHA) - Lîstikvanên DBBŞT'ê û hunermend Xêra Ebbas berxwedêrên greva birçîbûnê ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.
Serdanên ji bo 50 berxwedêrên greva birçîbûnê berdewam dikin. Lîstikvanên Şanoya Şaredariya Bajarên Mezin a Amedê û hunermend Xêro Ebbas jî bi armanca piştgiriya berxwedêr ziyaret kirin. Xêro Ebbas li vir bi stranên gotî piştgirî da berxwedêran. Piştre lîstikvanan şanoyek lêhatî ji bo berxwedêran pêşkêş kir.
(eb)