DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Geverê berxwedana greva birçîbûnê hat slavkirin

 
10 Îlon
19:24 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Li Geverê nûnerên sazî û partiyan bi armanca piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Öcalan hatiye destpêkirin, daxuyanî dan çapemeniyê û berxwedan slav kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek sazî û dezgehên rêxistinên navçeyê yên HDP û DBP’ê, nûnerên MEYADER, KURDÎ-DER û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di nav de, bi boneya piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya 50 dildarên ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê dabûn destpêkirin daxuyanî dan çapemeniyê. Ligel nûnerên saziyan, parlementerên HDP’ê yên Colemêrgê Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê navçeyê yê HDP’ê Şemsûllat Çoruk li vir axivî û berxwedana greva birçîbûnê slav kir. Çoruk ev tişt anîn ziman: “Em li xwedî vê berxwedanê derdikevin. Ewlehiya jiyanê ya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beranberî ewlehiya kurdistaniyan e. Divê hikumet tecrîdê rake û rê li ber hevdîtinan veke.”

(kom/eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN