Derdora şaredariya Kopê bi bariyeran dorpêçkirin!
10 Îlon
21:13
2016
MÛŞ (DÎHA) - Derdora Şaredariya Kopê ya Mûşê bi bariyerên betonê hate girtin û wesayîta meqam ya hevşaredaran jî kişandin Midûriyeta Polîsan.
Pêşiya Şaredariya Kopê ya Mûşê di seatên êvarê de bi bariyerên betonê hate girtin. Polîsan wesayîta meqamê ya hevşaredaran desteser kir û wesayît kişandin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Qaymeqamê Kopê Omer Şahîn duh li şaredariyê geriya bû û ragihandibû ku qayim hatiye tayînkirin.
(eb)