Li Kopê darbeya qaspkirina vîna gel
10 Îlon
23:28
2016
MÛŞ (DÎHA) - Hikûmeta AKP'ê Qaymeqamê Kopê Omer Şahîn wekî qayûm tayînî Şaredariya DBP'ê ya Kopê kir.
Di seatên êvarê de pêşiya Şaredariya Kopê ji hêla hêzên dewletê ve bi bariyerên betonê hatibû, girtin û wesayîta meqam a hevşaredaran hatibû desteserkirin. Li ser vê yekê Wekîlê Hevşaredaran Arafat Kardagi li Qaymeqamê Kopê Omer Şahîn geriya. Şahîn diyar kir ku we wekî kayûm hatiye tayîn kirin, danîna bariyerên betonê û desteserkirina wesayîta maqamê ya hevşaredaran jî di vê çarçoveyê de pêk hatiye. Kardagi diyar kir ku Şahîn gotiye dê nivîsa fermî jî di demek kin de teblîxî şaredariyê bê kirin.
(eb)