DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2016'AN NAVENDA NÛÇEYAN

11 Îlon
08:56 2016

* Serokê ÎHD'ê Racî Bîlîcî bi hevjîna xwe re ku di nava 11 hezar 500 mamosteyan de ji kar hat girtin, diyar kir ku wan di serdema şerê herî dijwar de aştî û wekhevî parast û wiha got: "Diyar e ev xwestekên me hinek kes bêzar kirine. Piştî cejnê dê hiqûqnas bên cem hev û rê li ber vê hişmendiyê bigirin."

* Li Girtîgeha Tîpa T a Dînar a Afyonkarahîsarê bi boneya wêneyên li ser salnameyê cezayê hûcreyê dan du girtiyan.

* Girtiyên sirgûnê girtîgehên Tîpa L a Balikesîrê û Tîpa T a Bandirmayê hatin kirin rastî zordarî û lêgerîna tazî hatin. Her wiha bi hinceta, 'lêçûyîna qoliyan' jî destdanîn ser pereyê girtiyên sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê hatine kirin.

* Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrdînê Hamdûllah Yildirim diyar kir ku îxtîdara AKP'ê bi pêkanînên xwe salên 90'î jî derbas kiriye û wiha got: "AKP'ê bi pêkanînên xwe derbeya 12'ê Îlonê jî derbas kiriye. Em tu dem ji têkoşîna xwe tawîzê nadin. Em natirsin, narevin û dev ji doza xwe bernadin."

* Malbatên cangoriyên berxwedana Cizîrê ku Cejna Qurbanê bi dilekî xemgîn pêşwazî dikin diyar kirin ku heya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan cejnê pîroz neke ew jî cejnê pîroz nakin.

* Dayîka endamê HPG'ê Kadîr Kaya Fatma Kaya ku li Dêrsimê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku kurê wê bi baweriyek mezin girêdayî çiyan bûye. Kaya wiha got: "Ji destê wî hatibiya dê ez jî bibirima çiyan. Ji ber ku bi hestek ji ya malbatê mezintir bi çiyan ve girêdayî bû."

* Şaxa Komeleya Rojava ya Wanê bi armanca alîkariyê ji bo Geverê qampanyaya 'Goştê Qurbanê' da destpêkirin. Di çarçoveya qampanyaya dê 4 rojan berdewam bike de, goşt û alîkariyên hatine berhevkirin dê ji Wanê re bên şandin.

* Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok bertek nîşanî gotegotên tayînkirina qayûm da û bi bîr xist ku ew bi dengên gel hatine hilbijartin. Kok da zanîn ku tayînkirina qayûm êrîşa li ser vîna gel e û banga xwedî lêderketinê li civakê kir.

* Hatiniya belgefîlma Kanli Postal ku ji hêla derhêner Muhammed Aslan ve li ser faşîzma 12'ê Îlonê ya li Zindana Amedê hatiye kişandin û li gelek welatên Ewropayê ketiye vîzyonê dê hîbeyî Komeleya Rojava bê kirin.

* Endamê HPG'ê Serdar Altaş ku li Sasonê di encama pevçûnekê de birîndar hate girtin, ligel ku birînên wî xetar in jî ev 15 rojin nayê tedawîkirin. Biryara bijîşkên girtîgehê ji bo sewqkirina wî ya nexweşxaneyê dayî jî, ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nayê bi cih anîn.

*Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê di nameya xwe ya ji bo Berxwedêrên Greve Bİrçîbûnê şandin de peyama “Em ê di vî Îlonê de bi ser kevin” dan.

* Berxwedêrên Greva Birçîbûnê yên ku ji bo ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin dest bi greva birçîbûnê kirin ji bo Cejna qurbanê peyama “Ev cejn dê ji bo gelê kurd bibe cejna berxwedanê” dan.

*Gelê Erdîşê guh dan bangên piştevaniyê ya ji bo gelê herêma xwerêveberiyên cewherî û diyar kirin ku dê qurbaniyê xwe bişînin herêmên rêveberiyên xweser.

* Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, dê têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda partiyê civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.00)

ÇAND Û HUNER

* Dengbêjên Cizîrê û xebatkarên Navenda Çand û Hûner a Mem û Zînê, pitgîrî dan greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin û gotin divê hemû gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştgiriyê bide grevê û li derdora Ocalan bibin xelek.

* Çîrokên kurdî yên nehatine nivîsîn û ji bîrkirinê re rû bi rû mane, di pirtûka bi navê "Mîrza Mihemed Gurzek Çîrok Ji Herema Serhedê" hatin berhevkirin.



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN