DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bîlîcî: Xwestekên me yên aştiyê hinek kes bêzar kirin

 
11 Îlon
09:04 2016

AMED (DÎHA) - Serokê ÎHD'ê Racî Bîlîcî bi hevjîna xwe re ku di nava 11 hezar 500 mamosteyan de ji kar hat girtin, diyar kir ku wan di serdema şerê herî dijwar de aştî û wekhevî parast û wiha got: "Diyar e ev xwestekên me hinek kes bêzar kirine. Piştî cejnê dê hiqûqnas bên cem hev û rê li ber vê hişmendiyê bigirin."

Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Racî Bîlîcî jî li ser gotina Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim wekî 11 hezar 500 mamosteyî ji kar hat dûrxistin. Bîlîcî li Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Amedê dersa bîrkarî dida, dîsa heman demê de hevjîna Bîlîcî Nulufer Bîlîcî jî mamostaya bîrkariyê bû û ew jî ji kar hat girtin.

'Pêvajo bi xwesteka serokomar tê rêvebirin'

Bîlîcî der bare ji kargirtina mamostayan de nirxandin pêk anîn û diyar kir ku piştî ku Serokwezîr Bînalî Yildirim hat Amedê gef li karkeran xwar û hedef dan nîşandan, wan texmîn dikir ku dê ev pêvajo li hemberî wan bê dest pê kirin. Bîlîcî da zanîn ku ev pêvajo bi xwesteka Serokomarê tirk tê rêvebirin.

'Ji gelek malbatan 2-3 kes ji kar hatin girtin'

Bîlîcî destnîşan kir ku midûrê dibistanê telefon ji wan re kiriye û agahiya "hûn ji kar hatine dûrxistin, dê piştî cejnê belge ji we re bê" daye wan. Bîlîcî daxuyand ku ji gelek malbatan 2-3 kes ji kar hatine girtin, bi vê riyê dixwazin malbatan bixin zehmetiyê.

'Xwesteka me ya aştiyê hinek kes bêzar kirin'

Bîlîcî diyar kir ku wan wek endamên Egîtîm-Senê her tim tekoşîna wekhevî, mafê mirovan û aştiyê daye û wiha pêde çû: "Di demê herî ku şer dijwar bûyî de jî me ji bo mafê mirovan têkoşîn da û xwest xwîna ku diherike bê rawestandin. Lê diyar e ev xwestekên me hinek kes bêzar kirine. Niha li holê nêzîkatiyên keyfî heye. Hiqûq ji holê hatiye rakirin. Riya azadî û xwe îfadekirinê hatiye girtin. Hikûmetê şerek li hemberî hemû kesên muxalîf û wekî wan nehizirin daye destpê kirin."

'Dê bi vê hişmendiyê welat perçe bikin'

Bîlîcî aşkera kir ku tişta herî wan ditirsîne, kîn û nefreta li hemberî kesên cuda diafirînin û wiha got: "Heke polîsên ku xwendekarên van mamostayanin evqas tundiyê li hemberî mamostayan pêk bînin, diyar dike ku rêz û nirx di civakê de nemaye. Bi destê desthilatdaran nefretek tê ava kirin. Tişta ku civakê parçe dike ev e. Heke kesên werin cihê van mamostayan bi vê hişmediyê bên ser kar, dê welat parçe bibe û ev pir xeter e. Em desthilatdariyê hişyar dikin înkar pir xeter e. Bila ji xeletiyê bizivirin, ji devreyî hiqûqê tev negerin, hûn dê herî dawî mihtacê hiqûqê bibin."

'Dê piştî cejnê hiqûqnas bikevin lêgerînan'

Bîlîcî bang li mamostayan kir ku xwe li dora sendîkayên xwe bibin yek, dê ev bê hiqûqî bi dadgehên mafê mirovan bên darizandin, divê herkes bi rêxistin be. Bîlîcî herî dawî ev tişt got: "Piştî cejnê dê hiqûqnas bên cem hev û rê li ber vê hişmendiyê bigirin. Ev salên borî de jî hat jiyankirin. Bila her kes xwedî li sendîkayên xwe derve."

(bi-rd/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN