DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji ber wêneyên salnameyê ceza dan girtiyan

 
11 Îlon
09:06 2016

EDENE (DÎHA) - Li Girtîgeha Tîpa T a Dînar a Afyonkarahîsarê bi boneya wêneyên li ser salnameyê cezayê hûcreyê dan du girtiyan.

Malbatên girtiyên siyasî Baver Eye û Mehmet Turgal ku li Girtîgeha Tîpa T a Dînara Afyonkarahîsarê re salnameyên kurdî şandin. Bi boneya wêneyên li ser rûpelên salnameyê yên Kder Ortakaya û Arîn Mîrxan 4 roj cezayê hucreyê li her du girtiyan hate birîn. Bavê Bawer Eye, Abîdîn Eye, diyar kir ku ew di 7'ê îlonê de çûye hevdîtina kurê xwe û li ser 4 girtiyên siyasî yên li girtîgehê di demên dawî de zordarî zêde bûye.

'Berî salname bê dayîn hatibû kontrolkirin'

Eye anî ziman ku îdareyê salname ji girtiyan xwestiye lê girtiye destûr nedaye desteserkirina wê û wiha got: "Lê midûrek nû hatiye. Vê carê bi hinceta, 'we gef li min kirine' 4 roj cezayê hucreyê daye kurê min û hevalê wî. Ev salname berî bikevin girtîgehê ji hêla îdareyê ve tên kontrolkirin. Piştre çawa salname û wêneyên li ser dibin sûc. Li vir keyfiyet heye. Em van pêkanînên keyfî qebûl nakin. Zarokên me û girtiyên siyasî bêxwedî nînin. Divê dawî li van êrîş û çewsan bê anîn."

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN