Sirgûn kirin û dest danîn ser pereyên wan

ÎZMÎR (DÎHA) - Girtiyên sirgûnê girtîgehên Tîpa L a Balikesîrê û Tîpa T a Bandirmayê hatin kirin rastî zordarî û lêgerîna tazî hatin. Her wiha bi hinceta, 'lêçûyîna qoliyan' jî destdanîn ser pereyê girtiyên sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê hatine kirin.
Pişti hewildana darbe û îlankirina OHAL'ê zordarî û sirgûnên li girtîgehan didomin. Hevseroka Şaxa Îzmîrê ya Federasyona Komeleyên Hevgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) Seda Tanrikulu derbarê zordariyên li girtîgehan agahî dan. Tanrikulu da zanîn ku girtiyên sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê hatin kirin, rastî lêgerîna tazî û zordariyê hatine. Tanrikulu wiha axivî: "Di dema derbkirina girtiyan de, gelek girtî birîndar bûne. Destê girtiyê bi navê Osman Pînc berovajî badane û bi zorê hatiye tazîkirin. Niha nikare destê xwe bikar bîne. Daxwaza sevk û revîrê yên girtiyan tê astengkirin. Dermanên girtiyên giran jî nayên dayîn. Hemû mafên girtiyan tên astengkirin. Li cihên hatine sirgûnkirin, hemû eşyayên wan tên desteserkirin."
'Pereyên wan hatin qaspkirin'
Tanrikulu daxuyand ku li koxoşên 14 kesî niha di navbera 29-34 kesan tên girtin û ev tişt anîn ziman: "Bi taybetî zivistanê girtî dê pirsgirêkên cidî bijîn. Girtiyên ji Kirikkaleyê hatine sirgûnkiri jî rastî heman pêkanînan hatine. Bi hinceta 'lêçûyîna qoliyan' herî kêm di navbera 300 TL û 600 TL'yan de pereyê girtiyan hatiye qaspkirin." Tanrikulu derbarê pêkanînên Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê de jî agahî dan û wiha domand: "Parêzer hefteyê carekê û tenê seatekê dikarin miwekîlên xwe bibînin. Lênûsk û nîşeyên parêzer dibin, nagirin hundir."
'Ne tê tahliyekirin ne jî tedawîkirin'
Tanrikulu got ku girtiyê bi navê Adîl Kipkaç pirsgirêkên tenduristiyê yên psîkolojîk dijî lê ne tê tedawîkirin û ne jî tê tahliye kirin. Tanrikulu wiha pêde çû: "Bi zanîn di nav girtiyan de tê girtin. Hem zirarê dide xwe hem jî dide girtiyên di koxoşê de. Divê di zûtirîn demê de bê tahliyekirin. Li hemberî girtiyan pergalek bi armanca tolhildanê tevdigere ava kirine. Piştî OHAL'ê ev helwest û zordarî zêdetir bûn. Divê Wezaeta Dadê dest ji vê yekê berde."
(eb)