DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi darbeyê şaredariyên DBP'ê desteser kirin - HATE NÛKIRIN

 
11 Îlon
09:08 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Wezareta Karên Hundir piştî qeyûm tayînî 24'ê Şaredariyên DBP'ê kir polîsan bi maşîneyên zirxî bi ser avahyên şaredariyên kurdan de girt û şaredarî bi darê zarê dagir kirin. Polîsên tîmên taybet bi ser avahiyên şaredariyan de girt û şaredari dagir kirin û qeyûm tayîn kirin.

Polîsên ku li gelek cihan cam û deriyê şaredariyan şikandin ala Tirk bi avahiya şaredariya Colemêrgê dakirin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî biçavkirin û gelek kes darp kirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê piştî Qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê kirin, polîsên tîmên taybet bi ser avahiya şaredariyê de girt û şaredarî dagir kir. Polîsan piştî derî şikandin li avahiyê lêgerînê dikin. Polîsan di serdegirtinê de ala tirk bi avahiya şaredariyê de girt. Cîgirê Hevşaredar Mikail Erdal û Heverokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Asım Ozcan dema çûn şaredariyê hatin binçavkirin.

ELÎH

Li Elîhê piştî Cîgirê Walî Şevket Ertug Aksoy hat tayînkirin, polîsên timên taybet, wekîl, parêzer û bijartiyên ku li şaredariyê nobet digirtin bi lêdanê ji avahiyê derxistin. Rêxistina HDP û DBP'ê jî bang li hemû gelê Êlihê kir ku li pêş şaredariyê kom bibin û li vîna xwe xwedî derkevin.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî piştî darbeya hikûmetê qeyûm hat tayînkirin. Polîsan Hevşaredara Cizîrê ku bi darbeyê ji peyvirê hatibû girtin Leyla Îmret binçavkirin. Yekîneyên polîsan serê sibê bi ser mala Hevşaredara Cizîrê de girt û Hevşaredar Leyla Îmret û endamê Meclîsa DBP'ê Yunus Durdu û Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Ali Akdeniz binçav kirin. Piştî hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan. Hat zanîn ku destûr nedan parêzer jî biçin dîtina wan.
Polîsan piştre bi ser avahiya şaredariya Cizîrê de girt û hemû kolanên diçin şaredariyê dagirkirin.

SILOPIYA

Li Navçeya Silopya ya Şirnexê jî polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girt û bi maşîneyên zirxî bi ser avahiya şaredariyê de girt û lêgerîn kirin. Dorpêça şaredariyê didome.

NISÊBÎN

Polîsan li navçeya Nisêbînê jî piştî biryara qeyûmê bi ser avahiya Şaredariyê de girt û şaredarî dagir kirin. Polîsan xebatkarên şaredariyê derxistin derve û şaredarî dorpêç kirin.

ŞEMREX

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî piştî Qeymeqam Halit Bener bi qeyûmê hat tayînkirin, polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girt û şaredarî dagir kir.

DÊRIK

Li navçeya Dêrikêya Mêrdînê jî polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girt û destûr neda xebatkarên şaredariyê biçin şaredariyê.

KERBORAN

Li navçeya Kerboranê jî polîsan serê sibê bi ser avahiyê de girt û avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Destûr nedan ku xebatkarên şaredariyê nêzî şaredariyê bibin.b

KOP

Şevêdin di seatên êvarê de pêşiya Şaredariya Kopê ji hêla hêzên dewletê ve bi bariyerên betonê hatibû girtin û wesayîta meqam a hevşaredaran hatibû desteserkirin. Li ser vê yekê Wekîlê Hevşaredaran Arafat Kardagi li Qaymeqamê Kopê Omer Şahîn geriya. Şahîn diyar kir ku we wekî kayûm hatiye tayîn kirin, danîna bariyerên betonê û desteserkirina wesayîta maqamê ya hevşaredaran jî di vê çarçoveyê de pêk hatiye. Kardagi diyar kir ku Şahîn gotiye dê nivîsa fermî jî di demek kin de teblîxî şaredariyê bê kirin.

Serê sibê Qeymeqemê Kopê Omer Şahin bi hevkariya polîsan tayînî şaredariyê kirin. Gele kopê liber avahiya HDP û DBP'ê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman.

PIRSÛS

Li navçeya Pirsûsê jî polîsan serê sibê bi ser avahiya şaredariya Pirsûsê de girt û derî şikandin. Xebatkarên şaredariyê yên nobet digirtin, bi lêdane derxistin dervê şaredariyê. Dema polîsan bi ser şaredariyêde girt, xebatkarê şaredariyê yê paqijiyê derket ser banî û xwest xwe bişewitîne. Polîsan karkerê paqijiyê û 3 kesên din bi lêdanê binçavkirin. Polisan Cîgirê Hevşaredar Halîl Akbaş û Nazli Binici bi lêdanê derxistin dervê avahiyê.

Gelê Pirsûsê li ber avahiya şaredariyê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman.

RÊYA ARMUŞÊ

Li navçeya Rêya Armûşêya Wanê jî polîsan serê sibê bi ser avahiya Şaredariyê de girt û şaredarî desteser kirin. Polîs li avahiyê lêgerînê dikin. Hevşaredarên şaredariyê jî li avahiyê ne. Rojnamegerên xwestin wêne û dîmen bikişînin hatin astengkirin.

ERDÎŞ

Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî di saetên serê sibê de gelek polîsan bi ser avahiya şaredariyêde girtin. Polîsan di serdegirtinê de li avahiyê lêgerîn kirin. Gel li ber avahiya DBP û HDP'ê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman.

QELQELÎ

Li navçeya Qelqelî ya Wanê jî gelek polîs bi maşîneyên zirxî bi ser avahiya Şaredariyê de girtin û lêgerîn kirin. Gel li ber avahiyên DBP û HDP'ê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman.

ARTEMÊT

Li navçeya Artemêtan jî polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Şaredariyê de girt û qeyûm tayîn kir. Piştî biryara qeyûmê hevserok û wekîlên DBP'ê li avahiya HDP'ê ya Wanê kom bûn. Li bendê ye têkildarî mijarê daxuyaniyê bidin.

GIYADÎN

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê jî polîsan bi ser avahiya Şaredariyê de girt û camên avahiyê şikandin. Rêxistina DBP û HDP'ê jî bang li gel kir ku li ber avahiya şaredariyê kom bibin û bertekên xwe bînin ziman. Rêveberên DBP'ê yê Agiriyê jî ketin rêya navçeyan.

XINIS

Li navçeya Xinisê jî piştî Qeymeqam Bulent Ay tayîn kirin, polîsan biser havahiyê de girt û şaredarî dagir kirin.

TOZAN

Li navçeya Tozanê ya Îdirê jî di saetên serê sibê de polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girt û avahî dagir kir.

XWEŞXEBER

Li bajaroka Xweşxeberê jî piştî qeyûm hat dayînkirin, leşkeran bi ser avahiyê de girt û avahiya şaredariyê desteser kir.

SÛR

Li Navçeya Sûrê piştî qeyûm hat dayînkirin polîsan şaredarî dorpêç kir û destûr nade ku welatî biçin şaredariyê. Polîsan maşîneyên li pêş şaredariyê park kiribûn bi vîncê rakirin û dûr xistin. Xebatkarên çapemeniyê ku dîmen û wêneyên geşedanê kişandin, ji aliyê tîmên taybet û polîsan ve hatin jêbirin.

FARQÎN

Li navçey Farqînê ya Amedê jî polîsên tîmên taybet bi ser avahiya şaredariyê de girtin û dora şaredariyê pêçan. Xebatkarên şaredariyê û welatiyên xwestin biçin şaredariyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Hat zanîn ku şaredariyê bi qeyumê hat tayinkirin bang li endamê meclîsê kir û bi wan re hevdîtin kir. Hat zanîn ku şaredarê qeyûmê nivîsa fermi nîşanî Wekîlê Hevşaredaran daye û diyar kiriye ku êdî ew şaredar e û gotiye hez dikin bimînin hez dikin biçin. Lêgerîna li avahiya şaredariyê didome.

KERCEWS

Li navçeya Kercewsê ya Êlihê jî polîsan serê sibê bi ser avahiya Şaredariya Kercewsê de girt û li avahiya şaredariyê lêgerîn kirin. Polîsan dora avahiya şaredariyê dorpêç kir û destûr nade kes nêzî şaredariyê bibin. Hevşaredarên Kercewsê Zeynep Koyuncu û Abdulkerim Demîr diyar kirin ku ew bi tu awayî qeyûmê qebûl nakin û bang li gel kirin ku li vîna xwe xwedî derkevin.

QÛBÎN

Li navçeya Qubînê ya Êlihê jî polîsan di saetê serê sibê de bi ser şaredariyê de girt. Polisan avahiya şaredariyê desteser kir û li avahiyê legerîn kir. Polîs kesi nêzî şaredariyê nake. Hevşaredarê Qubînê Mustafa Ozturk, diyar kir ku ew qeyumê nas nakin.

AWÎSKÊ
Polîsan li bajaroka Awîskê ya Qubîna Êlihê jî serê sibê bi ser şaredariyê de girt. Polîsên tînêm taybet ala tirk a mezin bi eywana şaredariyê dakir û şaredarî desteser kir. Welatiyên bajaroka Awistê li ber avahiya şaredariyê kom bûn û tayinkirina qeyûmê şermezar kirin. Hevseka Şaredariyê Hidayet Tiryaki diyar kir ku ew qeyûmê nas nakin. Tiryakî, anî ziman ku polîsan bi awayekî li dijî zagonan bi ser avahiyê de girtine û şaredarî dagir kirine.

DIHÊ

Li navçeya Dihê ya Sêrtê jî polîsan bi heman rengî bi ser avahiyê de girt û avahiya şaredariya Dihê desteser kirin. Gel bertek nîşani desteserkirinê da.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN