'Em natirsin, narevin û dev ji doza xwe bernadin'
MÊRDÎN (DÎHA) - Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrdînê Hamdûllah Yildirim diyar kir ku îxtîdara AKP'ê bi pêkanînên xwe salên 90'î jî derbas kiriye û wiha got: "AKP'ê bi pêkanînên xwe derbeya 12'ê Îlonê jî derbas kiriye. Em tu dem ji têkoşîna xwe tawîzê nadin. Em natirsin, narevin û dev ji doza xwe bernadin."
Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê ya Mêrdînê Hamdûllah Yildirim derbarê ji peywir dûrxistina mamosteyên endamên wan de diyar kir ku êrîş û tundiya AKP'ê yên li ser wan beriya 15'ê tîrmehê destpê kirine û wiha axivî: "Êrîş û tundiya îxtîdarê ji hilbijartinên 7'ê hezîrana 2015'an destpê kiriye û hewldana derbeyê jî ji xwe re kirine hincet. Ev êrîşên wan di 10'a cotmeha 2015'an li Enqereyê di mîtînga aştiyê de dstpê kirin. Me li hemberî şer û tunekirinê aştî û jiyan hilbijart. Me di 29'a kanûnê de li hemberî qedexekirina derketina kolanan û şer greva birçîbûnê da destpêkirin. Bi hezaran kes beşdarî van grevan bûn."
'AKP'ê derbeya 12'ê Îlonê jî derbas kir'
Yildirim destnîşan kir ku piştî van çalakiyan derbarê hezar endamên wan de lêpirsîn hat vekirin û axaftina xwe wiha domand: "Heta niha ceza li 8 endamên me hat birîn. 16 endamên me mişextî derveyî bajêr û 29 endamên me jî di hindurê bajêr de hatin mişextkirin. 7 hevalên me niha girtîne. 2 rêveberên me ji memûriyetê hatin avêtin. Her wiha 35 hevalên me bi hicetên cuda hatin binçavkirin. Îxtîdara AKP'ê bi anîna KHK'yan salên 90'î jî derbas kiriye. Hemû tiştan li gorî xwe çêdikin. Derbeya 12'ê Îlonê jî derbas kirine. Li Tirkiye nêzî 28 hezar kes ji karên xwe hatin avêtin. Em jî din nav van kesan de ne."
'Em natirsin û den ji doza xwe bernadin'
Yildirim bi lêv kir ku êdî her tişt ji rê derketiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li bajarê Mêrdînê gorî tespîtên me kiriye 1780 endamên me ji karên xwe hatin dûrxistin. Hevalên me hêj teblîgatên xwe nesitendine. Ev êrîş tu dem nikarin me şûnde bixin. Em ê heta dawiyê mafên xwe biparêzin. Emê her tim li derve bin. Her tim çalakiyên xwe li dar bixin. Ev hevalên me yên hatine avêtin jî em ê her tim bi hev re di nav piştgiriyê de bin û hemû rêbazên demokratîk bikar bînin. Ez li vira bang li hemû partî û kesên demokratîk dikim. Li hemberî vê neheqiyê bê deng nemînin û li mamosteyên xwe xwedî derbikevin. Em tu carî ji têkoşîna xwe em tawîzê nadin. Em natirsin, narevin û dev ji doza xwe bernadin."
(kom/no/eb)