DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Malbatên cizîrî: Cejna Serokê me nebe, cejna me jî nîne

 
11 Îlon
09:10 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Malbatên cangoriyên berxwedana Cizîrê ku Cejna Qurbanê bi dilekî xemgîn pêşwazî dikin diyar kirin ku heya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan cejnê pîroz neke ew jî cejnê pîroz nakin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê piştî berxwedana rêveberiya cewherî û komujiyên dewletê yên li ser gel cejn bi dilek xemgîn tê pêşwazî kirin. Her çiqas gel bi dilek kêfxweş cejnê pîroz neke jî li gorî çanda herêmê amadekariyên xwe dikin. Malbatên ku herî zêde ji ber hatina cejnê xemgîn dibin ên di berxwedana rêveberiya cewherî de xizmên xwe winda kirine. Malbatên ku piştî windakirina zarokên xwe rojên weke cejn, qet pîroz nekirine diyar kirin ku heya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan cejnê pîroz neke ew jî dê tu cejnan pîroz nekin.

'Em dê cejnê bi zarokên xwe re pîroz bikin'

Dayika bi navê Nafiye Kuçuk ku di berxwedana Cizîrê de zarokên xwe Adil û Azad winda kirîn, diyar kir ku ew bi dilek şikestî û xemgîn cejna qurbanê pêşwazî dikin û wiha axivî: "Zarokên me di jêrzemînan de şewitandin û me nekarî em cenazeyê zarokên xwe nas bikin. Em ê çawa bi dilek xweş cejnê pîroz bikin." Kuçuk da zanîn ku dewlet ji bo ku ew neçin ser goristanên zarokên xwe jî gelek caran astengiyan derdixin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Çiqas serdana goristanan asteng bikin jî em ê biçin ser gorên zarokên xwe û cejna xwe bi zarokên xwe re pîroz bikin. Heta niqutka xwîna dawî jî em ê li pey zarok, Serok û doza xwe bin."

'Cejnên me jî ji destê me girtin'

Osman Kulte yê ku kurê xwe Heqî Kulte di berxwedana Cizîrê de winda kir, bi lêv kir ku kengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan cejnê pîroz bike ew dê wê demê cejnê pîroz bikin û axaftina xwe wiha domand: "Cejnên me jî ji destê me girtin. Zarokên me hemû di jêrzemînan de bi kîmyasalê qetil kirin. Em kurd in, tirkan mafê me xwariye. Em daxwaza Serok, ax û zimanê xwe dikin ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Cejna Serokê me nîne, ji ber wê cejna me jî nîne. Kengê cejna Serokê me çêbû em ê jî cejnê pîroz bikin."

'Ne dilê me ne jî keyfa me xweş e'

Lutfiye Duymak a ku di berxwedana Cizîrê de hevjînê wê Mahmut Duymak hat qetilkirin anî ziman ku tu kêfxweşiya cejnê bi wan re nemaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çi dibe bila bibe, em ê biçin serdana gorên şehîdên xwe. Cejn tê wateya keyfxweşî û dilxweşiyê. Ji ber ku ne kêfa me, ne jî dilê me xweş e em cejnê pîroz nakin."

(kom/no/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN