Ji bo Geverê kampanyaya cejnê
WAN (DİHA) - Şaxa Komeleya Rojava ya Wanê bi armanca alîkariyê ji bo Geverê kampanyaya 'Goştê Qurbanê' da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya dê 4 rojan berdewam bike de, goşt û alîkariyên hatine berhevkirin dê ji Wanê re bên şandin.
Hevgirî û piştgiriya bajarê berxwedanê Geverê didome. Şaxa Komeleya Rojava ya Wanê bi armanca piştgiriyê di 4 rojên ewil ên Cejna Qurbanê de kampanyaya, 'Goştê Gurbanê' da destpêkirin. Hevserokê Şaxa Komeleya Rojava ya Wanê Aladdîn Daghan diyar kir ku kampanyaya wan a alîkariyê ji bo gelê Geverê didome. Daghan wiha axivî: "Em di erîfeya Cejna Qurbanê de ne. Îsal em dê qurbanan ji malbatên me yên nikarin, qurbanan serjê bikin re bişînin. Ji bo vê me kampanyaya 'Goştê Qurbanê' da destpêkirin. Em dê çar rojan alîkariyan berhev bikin. Piştre bi wesayîtên sarincî em dê van alîkariya bigihînin gelê Geverê."
'Li ser xwesteka gel me kampanya da dest pê kirin'
Daghan da xuyakirin ku li ser xwesteka gel kampanya dane dest pê kirin û wiha domand: "Kampanyayên me yên destpêkê gelek eleqe dît. Ev kampanyaya me jî dê wisa berdewam bike. Ji xwe cejin wek hevgirtinek civakiye. Hevgirî û piştgiriyê zêde dike. Vê cejnê jî gelê me dê vê hêzê dubera nîşan bide. Em dê van alîkariyan bigihînin gelê xwe yê Geverê. Bi vê hevgirtinê em dê bi destê xwe birînên xwe derman bikin."
(era-sk/eb)