Hevşeredar Kok: Ev êrîşa li ser vîna gel e
MÊRDÎN (DÎHA) - Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok bertek nîşanî gotegotên tayînkirina qayûm da û bi bîr xist ku ew bi dengên gel hatine hilbijartin. Kok da zanîn ku tayînkirina qayûm êrîşa li ser vîna gel e û banga xwedî lêderketinê li civakê kir.
Li dijî gefên Qesrê û Hikûmeta AKP'ê yên têkildarî tayînkirina qayûm de berteka hindî diçe zêdetir dibin. Hevşaredarê Nisêbîna Mêrdînê Cengîz Kok jî nerazîbûn nîşanî gefên tayînkirina qayûm dan û bi bîr xist ku ew bi dengek bilind ji hêla gel ve hatine hilbijartin. Kok da zanîn ku biryara qeyûm ji TBMM'yê şûnd ve vegeriya lê bi KHK'ê cardin hatiye ferzkirin.
'Em bi dengên gel hatine vira'
Kok bi lêv kir ku 6 meh berê walî ji wan re nivîsa, "wesayetên şaredariyê bêyî me nikarin biçin deverekê û dê her tişt di bin kontrola me û emniyetê de be" şandiye û wiha pêde çû: "Roja berê 9 taxên Nisêbînê bi hinceta 'herema bi rîske' li îmarê girtin. Ji xwe karên Fenê jî ji destên me derxistibûn. Teblîgat jî ji şarederiyê re şandin û gotin 'Êdî hûn nikarin îhalê bidin tu kesî'. Hiqûq û demokrasî ji her kesî re lazim e. Li vira li ser navê hiqûq û demokrasiyê tu tişt nema ye. Em bi dengên gel hatine vira. Dema gel bixwaze û bêje hûn peywira xwe bi cih naînin wê gavê em dê dev ji peywira xwe berdin. Werin em hilbijartinê pêk bînin û bila hemû partî têkevinê. Dê rastî derkeve holê."
'Ev êrîşa li ser vîna gel e'
Kok destnîşan kir ku tayînkirina qayûm tê wateya êrîşa li ser vîna gel û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dixwazin hişmendiya yek kesî li her derê serdest bikin. Kesê bê ji hêla gel ve nayê qebûlkirin. Ev kes gelê Nisêbînê nas nake, zimanê vî gelî nizane, çanda me nizane. Dê çawa vî bajarî birêve bibe? Em ji hêla gel ve hatine hilbijartin. Lê ev hişmendî vîna gel nasnake. Divê gel li vîna xwe xwedî derbikeve."
(kom/eb)