DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

HPG'yiyê birîndar nayê tedawîkirin

 
11 Îlon
09:19 2016

ÊLIH (DÎHA) - Endamê HPG'ê Serdar Altaş ku li Sasonê di encama pevçûnekê de birîndar hate girtin, ligel ku birînên wî xetar in jî ev 15 rojin nayê tedawîkirin. Biryara bijîşkên girtîgehê ji bo sewqkirina wî ya nexweşxaneyê dayî jî, ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nayê bi cih anîn.

Endamê HPG'ê Serdar Altaş di 25'ê tebaxê de di encama pevçûnek li navçeya Sasona Êlihê derketî de birûndar bû. Altaş ji hêla cerdevanan ve radestî dewletê hate kirin. Destûr nehat dayîn ku malbat û parêzer 5 rojan Altaş bibînin. Derket holê ku van pênc rojan tu tedawî nehatiye kirin û tenê birîna Altaş hatiye pansûmankirin. Altaş piştre hate girtin û ev 15 roje li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê rawestandin. Ligel ku di milê rastê û piyê çepê yê Altaş de perçeyên şarapnelê hene jî, tedawiya wî nayê kirin. Piştî du hefteyan bijîşkên nexweşxaneyê biryara sewqkirina Altaş a nexweşxaneyê dan bes niha jî rêveberiya girtîgehê vê biryarê bi cih naîne. Malbata Altaş ji bo alîkariyê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê da. Sekteretê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz ku Altaş ziyaret kir û anî ziman ku Altaş rastî îşkenceyê hatiye.

'Divê demildest bê tedawî kirin'

Yildiz derbirî ku mafê tedawiyê yê Altaş tê qaspkirin û ev tişt gotin: "Altaş 5 rojan rastî îşkenceyek giran hatiye. Bijîşk ji bo perçeyên şarapnelê bên derxistin, xwestiye tedawî bê kirin. Lê leşkeran bi hinceta di bin çavan de ye, destûr nedaye. Destûr nedane ku birînên wî bên dirûn jî. Rewşa wî pir xirab e. Perçeyek mezin ê piyê wî rastê jê vebûye. Nikare piyê xwe bikar bîne. Ji bo wê divê demildest bê sewqkirin û tedawiya wî pêk bê. Pêwistiya wî bi awayek lezgîn bi emeliyatê heye. Nikare pêwistiyên xwe bi cih bîne. Bijîşkê nexweşxaneyê biryara wî ya sewqkirinê da lê niha jî rêveberiya nexweşxaneyê biryarê bi cih naîne. Divê rêveberiya girtîgehê peywira xwe bi cih bîne û Altaş bibe nexweşxaneyê."

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN