'Bila hemû gelê kurd li derdora Ocalan bibe xelek'
ŞIRNEX (DÎHA) - Dengbêjên Cizîrê û xebatkarên Navenda Çand û Hûner a Mem û Zînê, pitgîrî dan greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin û gotin divê hemû gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştgiriyê bide grevê û li derdora Ocalan bibin xelek.
Li navçeya Cizîra Şirnexê dengbêjên Cizîrê û xebatkarên Navenda Çand û Hûnara Mem û Zîn a Cizîrê piştgirî dan çalakiya 50 berxwedêrên greva birçîbûnê yên ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin dane destpêkirin û banga xwedî derketina çalakvanên grevê kirin.
‘Çareserî tenê bi rakirina tecrîdê pêkan e’
Dengbêjê Botanê Ahmet Bilgî bal kişand ser dema dirêj a tecrîdê û wiha axivî: “Bi dirêjkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêvajo çiqas tevlîhev bûye, her kes vê dibîne. Ji ber vê yekê tenê ji bo ku çareserî were Tirkiyeyê û Kurdistanê divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin. Rêya azadiya Ocalan were vekirin dê pirsgirêkên li welat jî ji holê rabin. Bila tenê ne Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat piştgiriyê bide greva birçîbûnê. Divê hemû cihan ji bo Ocalan dest bi çalekiyan bike û rabin ser piyan. Divê hemû gelê me li derdora grevê û Ocalan bibe xelek.”
'Tecrîd li dijî hemû gelê kurd e'
Dengbêj Abdurahman Oguz jî diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gelê kurd e û wiha pêde çû: “Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bêrêziyek li hemberî tevahî gelê kurd e. Gelê ku Ocalan wek lîderek ji bo xwe qebûl kiriye. Her gava ku ji bo azadiya Ocalan were avêtin qebûl dike. Divê her kes piştevaniya çalekvanên grevê bike û çalekiya wan mezin bike.”
‘Divê her kes ji bo Ocalan dest bi çalakiyan bike’
Oguz got ku ew heya dawî piştgiriyê didin 50 çalekvanên grevê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek dengbêjên Botanê heya dawiyê piştgiriyê didin berxwedêrên Amedê û em ê ji bo piştgiriyê biçin wan ziyaret bikin. Tecrîda li ser Ocalan îşkenceya li ser gelê kurd e. Ji ber vê yekê divê ji bo Ocalan çi pêwîst be were kirin. Heya Ocalan azad nebe em jî azad nabin. Bila her kesek ji bo Ocalan dest bi çalakiyan bike.”
‘Em berxwedêrên grevê silav dikin’
Xebatkarê Navenda Çand û Hunera Mem û Zînê Firat Mungan jî çalakvanên greva bê dorveger û bê dem silav kir û wiha axivî: “Bê agahdariya ji Ocalan bê hiquqiyek mezin e. Nêzî 2 sal in tu kes ji Ocalan agahî nawergire. Ev tecrîda ku hikûmeta AKP’ê ji xwe re kiriye hincet nayê qebûlkirin. Gelê kurd neheqiya li hemberî Ocalan tê kirin qebûl nake. Divê tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin.”
(kom/no/eb)