‘Em ê di vê Îlonê de bi ser kevin’
AMED (DÎHA)- Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê di nameya xwe ya ji bo Berxwedêrên Greve Bİrçîbûnê şandin de peyama “Em ê di vî Îlonê de bi ser kevin” dan.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê ji bo piştgiriya Berxwedêrên Greva Birçîbûnê ya li Amedê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê nameyek şandin. Di nameyê de hat gotin ku ew bawer in dê berxwedana wan bi bi ser keve û ev peyam hat dayîn: “Gelê kurd her tim xwedî li Rêberê xwe derketiye û dê îro şunde jî dê wisa be.” Girtiyan di nameya xwe de destnîşan kirin ku tecrîda li ser Ocalan li dijî hemû gelê kurd, bindest, hevparên demokrasiyê û şoreşgeran êrîşek e.
‘Çawa em bi ser ketin em ê dîsa bi ser kevin’
Di peyamê de wiha hat gotin: “Di vî pêvajoyê de bersivdayîna demê, gihîştina ruhê pêvajoyê û derbasbûna çalakiyê, tam jî kurbûna exlaqê ya bi vî rengî ye. Li ser vê esasê ji ber ku bi vî zanebûnê pêşengiya çalakiyê dikin. Em ji ber vê yekê we pîroz dikin û serketinê dixwazin. Çawa em di Îlono 2012’an de bi ser ketin dizanin ku em ê di vî meha Îlonê de jî bi ser kevin.”
(sa)