DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Berxwedêrên Greva Birçîbûnê: Ev cejn dê bibe cejna berxwedanê

 
11 Îlon
09:21 2016

AMED (DÎHA)- Berxwedêrên Greva Birçîbûnê yên ku ji bo ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin dest bi greva birçîbûnê kirin ji bo Cejna qurbanê peyama “Ev cejn dê ji bo gelê kurd bibe cejna berxwedanê” dan.

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku 50 dildarên din av de hunermend, rojnamger, siyasetmedar, kedkar hene ji bo ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî bê girtin dane destpêkirin kete roja 7’emîn. Berxwedêrên Greva Birçîbûnê peyamên Cejna QUrbanê dan destpêkirin. Berxwedêran cejna hemû gelê kurd pîroz kirin û diyar kirin ku ev cejn ji bo gelê kurd bibe cejneke dîrokî ya berxwedanê.

‘Ji ber bûyerên diqewimin bêwate dimîne’

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku cejn rojên ku xwîşk û biratî, yekîtî, yekbûn xurt dibin e û wiha axivî: “Lê mixabin îro em di pêvajoyeke wisa de nînin. Nihal i Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê, Geverê û Şirnexê gelek welatiyên me zarokên xwe winda kirine û cejnê li goristanan derbas dikin.
Guven tayînkirina qeyûman û ji kar avêtina kedkaran jî bi bîr xist û anî ziman ku ji ber van qewimînan jî gel cejnê bi xemgînî pêşwazî dike.
Geven bilêv kir ku dîsa ji Ocalan agahî nayê girtin û fikareke mezin heye û wiha got: “Ji ber atmosfera ku em di nav de ne ji bom e bêwate ye. Her çiqas bi xemgînî be jî em dîsa jî cejna gelê xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku baş derbas bibe. “

‘Divê veguhere cejna berxwedanê’

Parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk jî anî ziman ku cejn ji bo gelan rojên girîng in û kêfxweşiyê temsîl dikin û wiha berdewam kir: “Min dixwest ku bibêjim bila ev cejn ji bo gelê kurd aştî û aramiyê bîne lê çi heyf e ku bûyerên me dijîn desturê nade vê yekê. Çi heyf e ku em pêvajoyeke ku gelê met ê qetilkirin, tê tunekirin, bajarên met ê bombekirin û ji Birêz Ocalan agahî nagirin dijîn. Divê ev cejn bibe cejnekî berxwedanê. Divê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin ez demokrat im vî cejnê veguherînin cejna berxwedanê . Ji bo ku li vî welatî di demeke kin de bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bê. Cejnên di nava aştî û aramiyê de derbas bibe hêviya me ye.”
‘Me jiyana bi rûmet tercîh kir’

Parlamentera HDP’ê Selma Irmak jî diyar kir ku gel cejnê di nava şer, êş û berxwedanê de pêşwazî dike û wiha axivî: “Cejna me ya dawî hinekî cuda ye. Hemleyeke nû dest pê kir. Li hemberî şer berxwedaneke nû dest pê dike. Dewletê êdî konsepta şer guherand û li dijî vê yekê gelê kurd jî biryareke nû da. Ev biryara berxwedanê ye. Ji ber vê yekê jî me bi li dijî êrîşan û şerê qirêj bi vî berxwedana xwe berxwedan da destpêkirin. Em dixwazin ev cejn serkeftin û aştiyê bîne. Me li dijî jiyana bêrûmet a ku tê ferzkirin jiyana birûmte tercîh kir.”

‘Cejna berxwedanê’

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim jî wekî gelê kur cejnê bi berxwedaneke xurt a welat û cihanê pêşwazî dikin û wiha berdewam kir: “Em bi vî munasebetê Cejna Qurbanê ya 2016’an wekî cejna berxwedanê dibînin û cejna gelê xwe ya berxwedanê pêroz dikin. Di vî cejnê de gelê me divê li çar aliyê welat bi ruhê berxwedanê li dora Sûr, Cizîr tevlî pêvajoya înşakirinê bibin, li dora Rêbertiyê bigiîhijin hev û berxwedanê xurt bikin. Em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Careke din em cejna gelê xwe ya berxwedanê pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.”

(kom/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN