DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dê qurbaniyên xwe bişîn herêmen xweseriyê

 
11 Îlon
09:23 2016


ÎDRÎS YILMAZ

WAN (DİHA)
- Gelê Erdîşê guh dan bangên piştevaniyê ya ji bo gelê herêma xwerêveberiyên cewherî û diyar kirin ku dê qurbaniyê xwe bişînin herêmên rêveberiyên xweser.

Gelê Erdişê guh dan banga piştevaniyê û ketin nava hewldanê. Gelê Erdîşê diyar kirin ku dê di Cejna Qurbanê de qurbaniyên xwe bişînin ji gelê herêma Rêveberiyên Xweser Gever, Nisêbin, Sûr, Cizîr û Şirnexê. Gelê Erdîşê diyar kirin ku dema di 23'ê Cotmeha 2011'an de erdhej pêk hat gelê rêveberiyên xweser nan û avê xwe bi wan re parv kir ew jî dê qurbaniyên xwe bi wan re parve bikin.

‘Dewletê ji bo zivistanê konê havînî şand'

Welatiyê Erdîşê Îshak Baş, anî ziman ku piştî erdhejê Şaredariyên Gever, Nisêbin, Sûr û Cizîrê berî dewletê alîkarî dan wan û wiha got: "Şaredariyên me li serê her kuçeyê konên alîkariyê vekirin. Dewletê di orta zivistanê de konên havînê dan me. Lê şaredariyên herêmên rêveberiyên xweser hemû derfetên xwe ji bo me seferber kirin. Ez bang li hemû kesên xwedi wîcdan dikim ku em nan û ava xwe bi wan re parve bikin."

‘Bila her kes hestiyar be'

Welatî Fesih Çiçek jî anî ziman divê çi ji destê wan bê bikin û wiha got: "Du xaniyê wan hat xerakirin, dibe ku îro xaniyê me bê xerakirin. Ez dê hemû para xwe ya cejnê bişînim ji gelê herêma xweser re.

Welatî Cihan Keleş jî anî ziman ku ani ziman ku ew dê di vê cejnê de hemû lêçûna xwe ji bo gelê xweser bişînin û wiha got: "Ez lêçûna para xwe ya Cejna Kurbanê ji gelê herêma rêveberiyên xweser re dişînim."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN