Dê zarokê 5 mehî Rojvan bişînin girtîgehê

11 Îlon
09:24
2016
MÊRDÎN (DÎHA) - Leyla Eleftoz Baran duh bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Piştî baran hat girtin malbat dê îro kurê wê yê 5 mehî Rojvan Çiya Baran bişînin girtîgehê.
Leyla Eleftoz Baran duh dema li gel kurê xwe yê 5 mehî Rojvan Çiya Baran ji Qoserê çû Hezro sersaxiya xizmê xwe, bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" ye hat binçavkirin û sewqî Mêrdînê kirin. Baran duh li Mêrdînê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Malbata Leyla Eleftoz Baran piştî hat girtin malbat dê îro kurê wê yê 5 mehî Rojvan Çiya Baran bişînin girtîgehê. Malbatê diyar kir ku ji ber Çiya Baran hêj biçûke û nikare bêyî dayika xwe bijî dê bibin çem dayika wî.
(mae)