Leyla Guven: Divê herkes dakeve kolanan û li Şaredariyên xwe xwedî derkeve
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Piştî hate aşkere kirin ku bo 28 Şaredariyan qeyûm hatiye tayînkirin Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven tevlî televîzyona Med Nûçeyê bû û tayînkirina qeyûman nirxand. Guven bang li tevahî gel kir û xwest li Şaredariyên xwe xwedî derkevin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven piştî hat aşkere kirin ku qeyûm tayîn Şaredariyên DBP'ê hatine kirin tevlî bernameya nûçeya ya Med Nûçeyê bû û geşedanan niraxand. Guven dazanîn ku Hikûmeta AKP'ê dixwaze Şaredariyên ku bi rêya hilbijartinê qezenc nekir desteser bike.
Guven di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku dawiya AKP'ê nêzîke û got ku ji ber vê yekî dibêje ez niha çi bikim ew kare.
Guven di dawiya axavtina xwe de bang li tevahî gel kir û xwest dakevin qadan û li Şaredariyên xwe xwedî derkevin.
(ot)