Mehmet Ocalan ket rêya Îmraliyê

11 Îlon
09:51
2016
BÛRSA (DÎHA) - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalanê di saetên serê sibehê de çû Serfermandariya Cendermeyan a navçeya Gemlik a Bûrsayê piştî kar û barên fermî ber bi Îmraliyê ve birêket.
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ji bo bi birayê xwe Ocalan re hevdîtinê bike di saetên serê sibehê de çû Gemlikê. Hate diyar kirin ku piştî kar û barê fermî Mehmet Ocalan bi keştiya Tuzlayê ber bi Îmraliyê ve ket rê. Çav li rê ye ku piştî Mehmet Ocalan vegere daxuyanî bê dayîn.
(ot)