Li Stenbolê 26 wesayît hatin şewitandin

11 Îlon
09:59
2016
STENBOL (DÎHA) - Li navçeya Avcilar a Stenbolê di carekê de 26 wesayit hatin şewitandin.
Li taxa Gumuşpala ya navçeya Avcilar a Stenbolê ji hêla kesên nasnameya wan ne diyar ve 26 wesayît hatin şewitandin. Li gorî agahiyan wesayît bi benzînê hatin şewitandin.
Piştî bûyerê ekîbên agirkujiyê çûn cihê şewatê û wesayitên hatin şewitandin vemirandin. Hate diyar kirin ku hemû wesayit hatine aste neyên bikaranîn.
(ot)