Hevseroka DBP'ê dê tevî Hevşaredaran daxuyaniyê bide

11 Îlon
10:14
2016
AMED (DÎHA) - Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredarên DBP'ê têkildarî tayînkirina qeyûmê dê li Amedê daxuyaniyê bidin.
Piştî ku di nav de 24 Şaredariyên DBP'ê bo tevahî 28 Şaredariyan qeyûm hat tayînkirin li hemberî vê yekî nerazîbûn çêbûn.
Hate diyar kirin ku ewê Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel tevî Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û navçeyan saet di 10:30'an de li avahiya DBP'ê ya Amedê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
(ot)