DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Berxwedêrê cara 4’emîn di grevê de ye: Talat Emre

 
11 Îlon
10:15 2016

AMED (DÎHA)- Endamê Komeleya 78’an Talat Emre yê ku bûye şahidê rojiya mirinê ya ji pêşengên PKK’ê Hayrî Durmuş cara 4’emîn di greva birçîbûnê de ye. Emre peyama “Em çawa wê rojî bi ser ketin îro jî bi ser kevin” da.

Di salvegera şehadeta ji pêşengên PKK’ê Hayrî Durmuş ê di 1982’yan de beşdarî “Rojiya Mirinê” bûbû de grevekî birçîbûnê ya dîrokî tê kirin. Berxwedana ku Hayrî Durmuşan li hemberî zilma 12’ê Îlonê dan destpêkirin îro ji bo ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê tê berdewamkirin.
Endamê Komeleya 78’an Talat Emre jî li Amedê tevlî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûye. Emre anî ziman ku ew mîrateya Hayrî û Kemalan dewr girtine û wiha got: “Wê rojê çawa em li dijî faşîzmê bi serketin îro jî em ê bi serkevin.”

Emre yê piraniya emrê xwe di berxwedanê de derbas kir, rastî cuntaya 1980’an hat 4 salan di girtîgehê de ma anî ziman ku bûye şahidê berxwedaneke dîrokî û di pêvajoyên girîng de wî jî cih girtiye. Emre yê bû şahidê “Rojiya Mİrinê” ya ku Hayrî Durmuşan da destpêkirin, di 1983, 1984’an û 1990’an de tevlî grevên ku li Amedê ji bo piştgiriya girtîgehan hatiye destpêkirin dibe. Emre niha ji bo ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê di grevê de ye.

‘Em mîrateya Hayriyan îro xurtir dikin’

Emre bilêv kir ku di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li dijî zilma girtîgeha Amedê li dij^ipêkanînên 12’ê Îlonê berxwedaneke dîrokî hate nîşnadan û ev pêkanînên hovîtiyê bi berxwedanê hatiye pûçkirin.

‘Em tu caran li dijî van pêkanîn têk neçûn’

Emde got ku ew li dijî pêkanînên hovane tu caran têk neçûne û wiha axivî: “Mehmet Hayrî Durmuş yek ji qehremanên nayên jibîrkirin e. Di 12’ê Îlonê de nemir bû. Bifikirin ku Hayrî Durmuş dibêje ‘Li ser kevirê gora min deyndarê gelê xwe ye binivîsînin’ evqas mezin e. Bi her awayî cuda ye.Şehadeta xwe jî bes nabîne. Serkeftin bi îradeyeke wisa tê. Wan rojan Hayrî û Kemal bi ser ketin.”

‘Em ê îro jî bi ser kevin’

Emre bilêv kir ku ya kul i Amedê hişt bi ser keve îrade û berxwedan bû îro jî berxwedaneke bi vî rengî tê nîşandan. Emre wiha got: “Em wê rojê bi ser ketin em ê îro jî bi ser kevin.”

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN