Serdanên çalakiya grevê zêde dibin
AMED (DÎHA) - Çalakiya grevê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 7'an de bi serdanên nû berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amedê di pêşengtiya KCD, HDP, DBP û KJA'yê de hatiye destpêkirin, bi ziyaretên nû berdewam dike. Çalakiya ji hêla 50 kesên di navde rojnameger, parêzer, wekîl, hunermend, endamên KJA û nûneren komeleyan jî hene 7 roj berê hat destpêkirin, di raya giştî û gel de moralekî mezin da avakirin, îro jî çalakvanan bi tevgerên werzîş û xandina rojnameyan dest bi rojê kir. Berxwedêr di saet 10.00'an de serlêdanan qebûl dikin, îro Hevşaredara Bilmilê Cemîle Emînoglu, rêvberên HDP û DBP'ê yên Bilmilê û Wêrançarê hatin serdana berxwedêran.
Çalakvan dê saet di 13.00'an de ji bo bêhnstandinê derbasî cihê xwe bin, dê di saet 15.00'an de careke din serlêdanan qebûl bikin.
(ms)