DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

HDP'iyên xwestin biçin serdana goristanê rastî êrîşê hatin

 
11 Îlon
16:17 2016

STENBOL (DÎHA) - Welatiyên xwestin li Stenbolê tevî Parlementera HDP'ê Huda Kaya bi munasebeta cejna qurbanê biçin serdana goristana kesên di teqîna li Enqerê jiyana xwe ji dest dan ziyaret bikin rastî êrîşa polîsan hatin.

Welatiyên xwestin tevî Hevserokê Rêxistina HDP'ê Dogan Erbaş û Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya biçin serdana gorên kesên di teqîna li Enqerê jiyana xwe ji dest dan a li goristana Kanarya ya li navçeya Avcilarê ya Stenbolê ye ziyaret bikin rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hatin.

Di dema êrîşa polîsan de bombeya gazê li lingê kurê Parlementera HDP'ê Huda Kaya Muhammed Cîhad Ebrarî û pişta rêveberê HDP'ê Ramazan Çakmak ket û birîndar bûn.

Hate zanîn ku rewşa Ebrarî û Çakmak baş e.

Di dema êrîşê de polîsan bombeya gazê avêt nav zarokên ku li kolanê dilîstin.

Ligel êrîşa polîsan jî girse derbasî nava goristanê bû û gora Bînalî Korkmazê di teqîna Enqerê de jiyana xwe ji dest dabû ziyaret kirin.

(ot )



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN