DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Bi Ocalan re hevdîtin hat kirin

 
11 Îlon
18:46 2016

STENBOL (DÎHA) - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku Mehmet Ocalan bi muweklê wan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye.

Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan piştî ji bo bi Ocalan re hevdîtin bike çû Îmraliyê, ji Îmraliyê vegeriya. Mehmet Ocalan di vegerê de bêyî daxuyaniyê bide ji navçeya Gemlik a Bûrsayê veqetiya. Têkildarî mijarê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Mehmet Ocalan bi muwekilê wan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê hevdîtin kiriye. Buroyê diyar kir ku dê di rojên pêş de têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyanî bidin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN