ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Li Edeneyê endamê SYKP'ê Denîz Kurtoglu, bi îdîaya "endamtiya "DHKP-C û TKP-K"ê hat binçavkirin. Kurtoglu ku 5 rojan rastî lêpirsînê hat ji ber ku delîl peyda nekirin serbest berdan. Kurtoglu, diyar kir ku di nezareta 6 kesan de 19 kes dimînin.
* Mexdûr û şahidên darbeya 12'ê Îlonê diyar kirin ku faşîzma 12'ê Îlonê hêj dijî û tu carî xelas nebûye.
* Berxwedêrê greva birçîbûnê yê temenê wî herî mezin Murat Doner ê 62 salî, ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin ji Wanê hat Amedê û tev li çalakiyê bû. Doner destnîşan kir ku êdî tehamula wî nema û got: “Êdî kêr gihişt hestî. Ji bo azadiya Serokatî sebra min nemabû.”
* Rêveber û bijarteyên Şaredariya Qelqeliyê tayînkirina qeyûmê şermezar kirin û diyar kirin ku ew dê li dijî qeyûmê dest bi raperina sivîl bikin.
* Welatiya 56 salî Amîne Ozdemîr, di erefeya Cejna Qurbanê ya 1987'an de leşkeran xaniyê wan şewitand û tevî zarokên wê koçber kirin. Ozdemîr a ji ber zilma dewletê koç kirin diyar kir ku kurd di hemû cejnan de heman êş û şînê dijîn.
* Gelê Qelqeliyê tayînkirina qeyûmê şermezar kirin û diyar kirin ku wan bi berxwedanek mezin şaredarî bi dest xistin û ew dê şaredariyên xwe teslîm nekin.
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê bi minasebeta Cejna Qurbanê dê gora Gazî ziyaret bike. (11.00)
* Rêxistinên DBP û BDP'ê û saziyên civakî dê li dijî tayînkirina qeyûman bertekên xwe bi çalakiyan bînin ziman. (12.00-19.00)
* Nerazîbûn û bertekên li dijî kedkarên perwerdehiyê dê li şaxên Egîtîm Sen û sendîkaya KESK'ê bên şermezarkirin.
* Nobeta bijartî û gelê Pirsûsê ya li ber şaredariya Pirsûsê bi çalakiya rûniştinêdê bidnome (13.00)
* TUAD dê "Nobeta Azadiyê" ya ji bo rojnameger Zana Kaya, Înan Kizilkaya, Aslı Erdogan û Necmiye Alpay ku li ber Girtîgeha Jinan a Bakırkoyê hatiye destpêkirin, dewir bigire. (16.00) BI DÎMEN E
JIN
* Koordînasyona KJA ya Stenbolê bi boneya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin, kampanya 100 hezar îmze ji CPT re bişînin dabû destpêkirin. Kampanya didome. KJA ji bo welatiyên mexdûr jî 10 hezar doşek kom dikin.
*Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Yildiz Çetîn diyar kir ku ji têkoşînan jinên kurd îlham girtiye û ketiye nava siyasetê wiha got: “Gotina me ji bo tu deran derbas nebe jî em dikarin bedena xwe kontrol bikin û bedan û îradeya xwe datînin holê.”