Bijartiyên Qelqeliyê dest bi raperîna sivîl dikin

WAN (DÎHA) - Rêveber û bijartiyên Şaredariya Qelqeliyê tayînkirina qeyûmê şermezar kirin û diyar kirin ku ew dê li dijî qeyûmê dest bi raperina sivîl bikin.
Rêxistina Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ku hat girtin di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 30'ê Adara 2014'an de li navçeya Qelqeliyê ji sedî 71.6 deng girt û şaredarî bi dest xist. Wezîrê Karê Hundir vîna gel a ji sedî 71.6 li ber çavan negirt û bi riya qeyûmê rêveberiyek nû tayîn kir. Gelê Qelqeliyê bertekê xwe anî ziman û diyar kir ku ew qeyûmê nas nakin û vîna xwe teslîm nakin. Hemû rêveber û bijarteyên Şaredadariya Qeyqeliyê jî diyar kirin ku dê li dijî qeyûmê dest bi raperîna sivîl bikin.
Wekîlê Heşaredarê Qelqeliye Cafer Seven, anî zima ku ew şaredariyên xwe teslîmî qeyûmê nakin û wiha got: "Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e. Em û gelê Qelqeliyê vê polîtikaya qirêj qebûl nakin. Ez bang li hemû gelê Qelqeliyê dikim ku em li şaredariyê xwedî derkevin û dest bi raperîna sivîl bikin."
'Em bi tu awayî qeyûmê qebûl nakin
Cîgira Hevşaredara Qelqeliyê Elif Yîgît jî anî ziman ku qeyûm li dijî çareseriya pirsgirêka kurd pêk hatiye û wiha got: "Em bi tu awayî biryara qeyûmê qebûl nakin. Gel em hilbijartin. Gel dikare me ji peyvirê bigire. Em bang li gelê xwe dikin ku em bi hevre li şaredariyê xwedî derkevin."
Endama Meclîsa Şaredariya Qelqeliyê Dilşa Agirbaş jî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi boneya kurdan tasfiye bike qeyûm tayîn kir û wiha got: "Polîtikayên li dervê vîna gelê kurd tu carî bi ser nakevin. Dê teqez vîna gel bi ser bikeve. Ne em kesên hatin bijartin û ne gel qeyûmê nas nake.
(mae)