Ji heman malbatê 4 kes hatin girtin
ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Silopiya Şirnexêku di malekê de 2 jin lê hatin kuştin, piştî serdegirtina malê ji heman malbatê 4 kes hatibûn binçavkirin. 4 kes bi îdiaya 'Alîkarî dane rêxistinê' hatin girtin.
Li gundê Ribehiyê ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê duh şev di saetên serê sibehê de li malekê 2 jin hatibûn qetilkirin.
Piştî qetilkirina 2 jinan 4 kesên ku hatin binçavkirin û wan birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê, piştî kar û barê îfadedayînê sewqî dozgeriyê hatin kirin.
4 kesên bi navê Yusuf, Halîme, Nazli û Sabrî Elmayê ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin bi hinceta 'Alîkarî dane rêxistinê' hatin girtin.
4 kesên hatin girtin şandin girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
Hate îdiakirin 2 jinên hatine qetilkirin endamên YJA-Starê ne û cenazeyê wan li Saziya Tipa Edlî ya Deriyê sînor ê Xabûrê tên rawestandin.
(ot)