'Divê dewlet dev ji feraseta qişleyê berde'
DERSIM (DÎHA) - Hevseroka DBP'ê ya Dersimê Hulya Yer diyar kir ku peyama Ocalan dê ji bo çareseriyê sûdewar be û divê dewlet êdî dev ji feraseta "ewlehîkar" û qişleyê berde.
KCD, KJA, DBP û HDP'ê li Dersimê têkîldarî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu, Hevşeradara Dersimê Nurhayat Altun, rêveberên DBP û HDP'ê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka DBP'ê ya Dersimê Hulya Yer ketna hevpar xwend û bal kişand li ser girîngiya hevdîtina bi Ocalan re pêk hat.
Yer anî ziman ku Ocalan dê ji bo çareseriyê sûdewar be û ew wateyeke girîng didin fikrên wî û gotina divê ji feraseta "ewlehîkar" û qişleyê ya ku dibêje "em ê bajaran xira bikin, çiya bombebaran bikin, îmha bikin" derkevin û wiha axivî: "Em van fikrên ku deriyê aştiyê vedike parve dikin, girîngiyê didin û piştgiriyê didin û ji bo vê yekê jî em ê têbikoşin. Em bawer dikin ku tekane riya ji derketina kaosê aştî û qebûlkirina daxwazên gelê kurd e."
(sa)