DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

15 Îlon
09:00 2016

* Ciwanê bi navê M.Ç. ê 19 salî yê 24 rojan li Mêrsînê di bin çavan de ma û piştre hat berdan, rastî îşkenceyê hat diyar kir ku polîsan gefa "Me çawa Sedat Baran bi 3 guleyan ve kuşt em ê te jî bikujin. OHAL e kesek hesab jî napirse" li wî xwarine. BI DÎMEN E

* Endamê YPG'ê Serdar Babat ê li Efrînê di encama êrîşa artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da, ji kolanên ku mezin bû ber bi Kobanê berxwedanekî mezin dagirt hundirê emrê xwe yê kurt. Serdar ê ki gotina "Bi vî rengî her roj jiyankirinê tenê rojekî azad jiyankirin watedar e" bi kar anîbû xwe fedayî gelê xwe kir û xeyala xwe pêk anî. BI DÎMEN E

* Li navçeya Cizîrê piştî ku qeyûm hat tayînkirin polîs li avahiyê û derûdorê hatin bicihkirin, şaredarî wekî ku veguherandin baregeha leşkerî. Beriya qeyûm gel bi rehetî diçûn û dihatin şaredariyê. BI DÎMEN E

* Siyasetmedarên kurd ên ku li ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 12'ê Îlonê de çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê bi dawîkirin diyar kirin ku peyama Ocalan zelal e heke çareserî nebe berxwedan heye. BI DÎMEN E

* Parlamentera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez bal kişand li ser hilweşandina ku nêzikî 6 meh in li Şirnexê didome û diyar kir ku armanca hilweşandinê ew e ku polîtîkaya koçberiyê bikeve dewrê lê welatiyên Şirnexê tu caran dev ji axa xwe bernadin. BI DÎMEN E

* Greva birçîbûnê ya li Colemêrgê û nobeta ku li Kopê li dijî tayînkirina qeyûman hatiye destpêkirin dê bê şopandin. BI DÎMEN E

ÇAND Û HUNER

* Nivîskar Sadik Aslan, bi pirtûka “Solgun Sari” hem dîroka bajarvaniya Mêrdîn û hem jî dîroka komkujiya ku di nava rûpelan de hatiye veşartin yek bi yek ronî dike.

EKOLOJÎ

* Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê bêyî ku biparzine ava qirêj diavêje çemê Xinisê ya wekî "Heftreng" tê zanîn ji ber vê yekê li çem hem jiyana giyaneweran û hem jî ekolojî di bin xetereyê de ye. BI DÎMEN E



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN