DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dê Endama MLKP'ê Canbay li amedê defin bikin

 
16 Îlon
22:31 2016


MELETÎ (DİHA)
- Cenazeya endama MLKP'ê Berfu Dilan Canbay (Arjin Selçuk) ku di 8'ê Îlonê de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan ji Meletiyê şandin Amedê. Cenazeyê Dîlan Canbay dê li Amedê bê definkirin.

Li gundê Qolcî yê navçeya Pilûra Dêrsimê di 8'ê Îlonê de şer derketibû. Di şer de endama MLKP'ê Berfu Dilan Canbay (Arjin Selçuk) jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê biribûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Malbatê piştî cenazeyê Dîlan Canbay ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girtin ber bi Amedê ve birê ketin. Endamên ESP, OTSP, HDP û MEYA-DERê jî gel malbatê ketin rêyea Amedê. Cenazeyê Canbay dê sibê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bê definkirin.

(mae)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN