DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Endamê YPS'ê Bilekçî spartin axê

17 Îlon
08:32 2016

WAN (DÎHA) - Cenazeyê Endamê YPS'ê Ragip Bîlekçî ku ji bo nekeve destê hêzên dewletê bombe bi xwe de teqand, li navçeya Artemetê hat definkirin.

Cenazeyê endamê YPS'ê Ragip Bilekçî (Çekdar Wan) ku di 11'ê Îlonê de li taxa Şehit Firatê ji bo nekeve destê hêzên dewletê bombe bi xwe de teqand û jiyana xwe ji dest da, li Artemêtê hat definkirin. Malbat û rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER'ê Cenazeyê Bîlekçî ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û lêgerînê ya Herêma Wanê wergirtin û anîn Mizgefta Akkopru. Pişti karên olî ceza wergirtin û li goristana Taxa Kurubaş a Artemetê defin kirin. Girseya beşdarî merasimê bû bê navber siloganên "Şehîd namirin" berz kirin. Di merasima cenaze de Hevserokê MEYA-DER'ê Îdrîş Şaybak, diyar kir ku Bilekçî di têkoşîna azadiyê de bû ronahiya wan û we dê doza wî bişopînin.

Bavê Bilekçî Bedri Bilekçi, anî ziman ku kurê wî di riyek xweş de şehît ket û ew dê vê rêya wî bişopînin.

Merasim bi silogana "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" bi dawî bû. Malbata Bilekçî dê sersaxiyê li Mizgefta Kurubaşê qebûl bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN