'Her ku Generalên Apê Musa hatin kuştin zêde bûn'

AMED (DÎHA) - Di 24'emîn salvegera qetilkirina Musa Anter de şagirt û hempîşeyên Musa Anter ew bibîr anîn. Ji şagirtên zanayê kurd Apê Musa (Musa Anter) edîtore JINHA'yê Guler Can diyar kir ku ji qetilkirina Apê Musa heya îro generalên biçûk ji nivîsandina rastiyan tawîz nedan û got: "Em wekî rojnamegerên jin dê çanda çapemeniya azad bilind bikin." Hevserokê OGC Hakki Boltan jî diyar kir ku generalên biçûk yên Apê Musa bi zindî hatin şewitandin lê ji rastiyan tawîz nedan û şehîdên çapemeniya azad kevirê mîhengê ne û xaniya çapemeniya azad ava kirine.
Di ser qetilkirina zanayê kurd Apê Musa (Musa Anter) ê di 20'ê Îlona 1992'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve li taxa Seyrantepe ya Yenîşehîr a Amedê hatî qetilkirin 24 sal derbas bû. Li gel 24 salên derbas bûyî hê jî kujerên Apê Musa ne hatiye darizandin. Hişmendiya dixwast di şexsê Apê Musa de çapemeniya kurd û çapemeniya azad bêdeng bike negihişt armanca xwe. Generalên bîçûk yên Apê Musa salvegera qetilkirina Apê Musa peyama domandina çanda çapemeniya azad anîn ziman.
'Îro sedan kes şopdarê Apê Musa ne'
Ji generalên Apê Musa Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen anî ziman ku Apê Musa bi rastiyên xwe derî li heqîqetê vekiriye û got ku ew pênûsê Apê Musa yê rastiyan li erdê nehêlan. Olçen diyar kir ku kujerên Apê Musa di milê hiquqê de ne hatine aşkere kirin lê şopdarên Apê Musa kujeran bi rojnemegeriyê aşkere kiriye û wiha axivî: "Pergal bi qetilkirina Apê Musa negihişt armanca xwe. Em dûh deh kes bûn lê îro sedan şopdarê Apê Musa hene. Ji ber ku civak rastiyê dixwaze. Civak dibêje kujerên Roboskî derbêxin holê. Em ê jî wekî Apê Musa rastiyê ji civakê re parve bikin."
'Em telîmatê ji civakê digirin'
Olçen dest nîşan kir ku li Tirkiyê rojnamagerî nayê kirin û wiha berdewam kir: "Yên ku ji Enqerê di wesayitên zirxî de nûçeyan dişopênin rojnamegeriyê nakin. Ev kes bila werin nûçegîhanên DÎHA û JINHA'yê re derkevin nûçeyê. Rastiya rojnamegeriyê civake. Dema ku ji ber nûçeyan îfade jî ji me digrin dibêjin 'Hûn telîmatê ji ku digirin'. Em telîmatê ji gel û civakê digirin. Îro binêrin hezaran nûçegîhanê DÎHA'yê ye. Civak hemû nûçegîhanê dildar yên DÎHA'yê ne. Ji ber ku çapemeniya azad rastiyan ji civakê re radigihîne. Şopdarên Apê Musa îro jî ji ragihandina rastiyê tawîz nadin."
'Generalên biçûk rastiyan dinivîsin'
Ji generalên biçûk yên Apê Musa rojnamegerê jin edîtorê Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Guler Can diyar kir ku şagirtên Apê Musa ev 24 salin ji ragihandina rastiyan tawîz nedane û wiha axivî: "Rastiyên ku Apê Musa nivîsandî geşedanên li Kurdistanê bû. Ji ber van rastiyan gelek rojnameger hatin qetilkirin. Hê jî rojnameger li rastî girtin û binçavkirinan tên. Apê Musa pêyamek gelek mezin li pey xwe hêla û îro diruşmayên van ev pêmayî her diçe mezin dibe. Bi diruşmayên 'Rasti di tariyê de namîne' û 'Ji rastiyan tû caran tawîz nayê dayîn' generalên biçûk rastiyan dinivîsin."
'Çanda çapemeniya azad bû rojnamegeriya jinê'
Can bibîrxist ku îro jî dehan rojnameger ji ber ragihandina rastiyan hatine girtin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Çawa ku ji qetilkirina Apê Musa heya îro generalên biçûk ji nivîsandina rastiyan tawîz nedan, em jî rastiyan tawîz nadin. Ji ber ku çanda çapemeniya azad ku ji Apê Musa, bû destpêka rojnemegeriya jinê. Îro sedan rojnamegerên jin hene û bi çavê jinê rastiyan ji civakê re radigihîne. Ev jî pêmaya çapemeniya azad e. Em jî wekî rojnamegerên jin çanda çapemeniya azad bilind bikin."
'Apê Musa ala çapemeniya azad bilind kir'
Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) Hakki Boltan jî anî ziman Apê Musa ala çapemeniya azad heya sala 1992'an bilind kir û radestê generalên biçûk kir û wiha got: "Sekna Apê Musa bû çand û bû ala tekoşîna çapemeniya azad. Jiyan û piştî qetilkirina Apê Musa ew bû lehengê çapemeniya azad. Qetilkirina Apê Musa ji çapemeniya azad re bû mîlad. Hemû şagirtên Apê Musa xwe wekî generalan dîtin û tax bi tax û kolan bi kolan li pey rastiyan çûn."
'Generalên Apê Musa zindî zindî hatin şewitandin'
Boltan anî ziman ku şagirt û genelarên Apê Musa ji ragihandina rastiyan tû caran tawîz nedan û ew tişt got: "Serê rojnamegeran hatin jêkirin û mehan îşkenceyan de ma. Generalên biçûk her tişt dan ber çavê xwe û herî dawî zindî zindî hatin şewitandin. Dîsa jî ji şihêna xwe tawîz nedan. Hemû şehîdên çapemeniya azad kevirê mîhengê ne û xaniya çapemeniya azad ava kirine."
(kom/mae)