DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Girtî rastî pêkanînên esîran tên'

 
17 Îlon
09:06 2016

ENQERE (DÎHA) - Nûnera TUHAD-FED'ê ya Enqereyê Havva Ozcan têkildarî zextên li ser girtiyan diyar kir ku li Tirkiye piştî OHAL'ê girtiyên siyasî rastî pêkanînên esîran tên. Ozcan, ji hemû parazvanên mirovan xwest ku hestiyar tev bigerin.

Li Tirkiye piştî îlana OHAL'ê zextên li ser girtiyên siyasî gelek zêde bûn. Nûnera TUHAD-FED'ê ya Enqereyê Havva Ozcan têkildarî zextên li ser girtiyan, destnîşan kir ku zextên OHAL'ê ne li dijî Cemaeta Gulenin, li dijî girtiyên siyasî pêk hatiye. Ozcan, da zanîn ku hikûmetê bi OHAL'ê qanûnê xwe binpê dike.

Ozcan, anî ziman ku gelek caran gardiyan li dijî girtiyên siyasî pêkanînên keyfi pêk tînin û wiha got: "Li girtîgehê girtiyê bi navê Mehmet Ahmet Emin, li dijî gardiyanan derdikeve û dibêje 'We herî hina lêgerîn kir çima hûn dîsa lêgerîn dikin?' û bertekên xwe tîne ziman. Gardiyan êrîşî wê dikin û pêçiya wî dişkînin.

Li girtîgeha Bolu jî berxwedan didome

Ozcan, da zanîn ku li Girtîgeha Bolu jî girtî rastî zext û zordariyan tên û qedexeyên pirtûkan anîne. Ozcan, da zanîn ku ji ber zext û qedexeyên li ser girtiyan, girtiyan dest bi çalakiya berxwedanê kirine.

Girtiyên zarok rastî gefan tên

Ozcan, bal kişand ser Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Sîncana Enqereyê jî û diyar kir ku li vê girtîgehê 25 zarokên girtî hene û wiha got: "Zarok her roj rastî lêgerînê tên. Rasti gef û îşkenceyê tên. Gardiyan diyar dikin ku parêzer, dozger û dadger tune. Tenê em hene. Zarok daxwaznameyan ji îdareyê re dişînin, lê muhatab nabînin.

Ji girtîgeha Tîpa F a Sîncanê 58 girtî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê bûn. Girtiyên hatin sirgûnkirin doşek nadin wan. Ji ber doşekê nadin wan girtî li erdê radizên. Girtiyê bi navê Suphi Îsmail nabin nexweşxaneyê. Em li dijî van pêkutî, zext û îşkenceya li dijî girtiyan ji hemû demokrat, rewşenbir û parazvanên mafên mirovan dikin ku hestiyar tev bigerin û dengê xwe bilind bikin."

(mae)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN