DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Welatên cîhanê li ser rêbaza Ocalan aştî ava kirin

 
18 Îlon
09:04 2016

ENQERE (DÎHA) - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî tecrîda giran a 17 meh bi birayê xwe re hevdîtin kir û peyama "Me pêvajo qera nekir" da û dîsa bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û nîşan da ku kê pêvajo xera kir. Heyeta şopandinê jî pêvajoya ku ji aliyê Erdogan ve hat xerakirin ronî dike. Geşedanên berî 5'ê Nîsanê û piştî 5'ê Nîsanê bêtir peyama Ocalan piştrast dike.

Di 5'ê Nîsana 2015'an de heyeta Îmralî çara dawî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di vê hevdîtina dawî de ji heyetê xwest ku derbasî pêvajoya muzakereyan bibin û xwest heta 15 rojan heyetek berfireh ku hemû nûnerên civakê jî di navde hebin biçe Îmraliyê. Ocalan xwest derbasî pêngavek nû ya çareseriyê bibin û gav bi gav ber bi çareseriyê ve biçin. Piştî vê hêvdîtinê Serokomar Erdogan got "Ez pêvajo û mase tune û dawî li pêvajoya çareseriya demokratîk anî. Li şûna hikûmet heyetek berfireh bişîne Îmraliyê bi temamî têkiliya bi Ocalan re qut kir û tecrîda li ser Ocalan girantir kir. Hikûmet û Serokomar Erdogan piştî dawî li hevdîtinê anîn, li aliyekî tecrîd giran kir, li aliyê din jî li Kurdistanê şerê taybet da destpêkirin. Çiyayê Kurdistanê tev bombebaran kir, li dijî bajarên Kurdistanê şerê tang û topan da destpêkirin. Xanî û tax xera kirin, bajar vala kirin. Bi sedan kurd û ciwanên kurdan qetil kirin. Bi hezaran leşker hatin kuştin. Bi deh hezaran siyasetmedarên kurd girtin. Herî dawî bi hinceta darbeya leşkerî OHAL îlan kir, fermanên KHK'ê xist meriyetê. Destnedayîna wekîlên HDP'ê rakir, Bi van biryaran li dijî çapemenî, parastin û kedkarên cemaweriyê operasyon pêk anî. Zêdeyî sed hezar kedkarên cemaweriyê ji peyvirê girtin. Heta 11'ê Îlona 2016'an bi tu awayî agahî ji Ocalan nehat girtin. Piştî 11'ê Îlonê Mehmet Ocalan bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin kir, Ocalan dîsa peyama çareseriya demokratîk da û got "Min pêvajo xelas nekiriye. Ocalan rewşa xwe şa tenduristiyê da aliyekî û got "Rojê 30-40 mirov tên kuştin. Ev şerê kor e. Ger dewlet bixwaze projeya min amade ye em dikarin di 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikin. Dîsa bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk ku hikûmet dixwaze bide ji bîrkirin.

Îktîdara AKP'ê di hilbijartina 7'e Hezîrana 2015'an de têk çû û îktîdar ji destê wê ket. Piştî vê pêvajoyê di 24'ê Tîrmehê de bi bombekirina çiyayên Kurdistanê starta şer hat dayîn. Di pevajoya şerê 30 salên dawî de herî zêde piştî pêvajoya 24'e Tîrmehê mirov hatin kuştin, xanî hatin xerakirin û şer dijwar bû. Her çend dewletê got em bi ser ketin û me şer bi dest xist jî Ocalan di peyama xwe de got "Di di şer de yên bi ser dikevin çênabin" Dewletê di pêvajoya Oslo de jî bersîv dabû û ber bi çareseriyê ve gav avêtibû. Herî dawî di Newroza 2013'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi peyamek zelal û vekirî dest bi pêvajoya çareseriyê kir û di pêvajoya lûtkeyê de hat xerakirin. Ocalan herî dawî xwetibû ku heyetek fermî ya dewletê biçe wir û dest bi muzakereyan bike. Xwestibû hemû niqaş bên tomarkirin û qeydkirin. Her tişt wekî ku Heyeta Îmralî gotibu derket holê.

Ocalan di hevditina 14'ê Adara 2015'an a bi heyeta Îmraliyê re gotibû bila Heyeta şopandinê bê avakirin. Navê Heyeta Şopandina pêvajoyê jî aşkere kir. Piştî 5'ê Nîsanê bi Oclana re êdî hevdîtin nehat kirin û hevdîtin bi tevahî hat qutkirin.

Di hevdîtina 14'ê Adarê de niqaşên ji bo Heyeta Şopandinê wiha bû:

"Musteşariya Ewlehiya Cemaweriyê (KGM): Divê di demek kin de em karê Komîteya Şopandinê xelas bikin. Em di nava 2 kesan de cuda difikirin. Ez wan jî bi were parve bikim. Kesên navê wan hatibû diyarkirin wina ne. 1- Deniz Ulke Aribogan, 2- Avnî Ozgurel, 3- Kadîr Înanir, 4-Ahmet Taşgetiren, 5- Hîlal Kaplan, fikarên heyetê yên der barê van navan de heye. Hûn hez dikin em niqaş bikin. 6- Oztürk Turkdogan, 7- Şahismail Bedîrhanoglu. Der barê vana de jî fikarên heyetê heye.

A. Öcalan: Li vir divê kesê li Amedê ji aliyê saziyên civakî û odeya bazirganîyê û derdorên din ve bê qebûlkirin, wekî pêşeng bê dîtin pêwiste. Em vê yekê armanc dikin. Referans girîng e.

P. Buldan: Hilal Kaplan nivîsên ku çêr û neheqiyê li me dike nivîsandin. Seknek wê ya zelal tune pir alî ye. Em nafikirin ku kesek wisa di heyeta serbixwe de cih bigire. Em li şûna wê di Nihal Bengisu Karaca de bûn hevpar.

A. Ocalan: Zêde Nîhal Bengisu Karaca naveve serê min. Ez kesayetiya wê baş nas nakim. Ez ji sekna wê ya bîrdozî baş ne bawer im.

S. S. Onder: Cemaatçiya berê ye.

S. S.Onder: Nivîskara Yeni Şafakê Fatma Barbarosoglu dibe?

C. Bagriyanık: Fatma Bostan Unsal dibe.

A. Ocalan: Talûkeya Nihal ev e: Dibe ku ne bi biryar be. Dibe ku ne sadiq be. Heyeta li vir dê koma muşahitê be. heta di mijara navan de fikarên me jî hebûn. Dibe ku koma muşahitan be jî.

KGM: Em dikarin bêjin heyeta çavdêr. Em dê ji bo vê yekê berdevkekî jî pêşniyar bikin. Ev kes dê li ser navê komê daxuyanî bide. Dibe fikaran bi vî rengî derbas bike.

A. Ocalan: Divê kesên bên vir hûn bi wan re hevdîtin bikin. Divê helwesta xwe ya şexsî dînin aliyekî. A. Ocalan: Nihal Bengisu Karaca bibe jî divê xwe dernexe pêş. Ji wê re bêje, ger ku wekî ya rojnameyê bike an ez dê derkevim an ez dê berdim wê. Ew bermahiya Cemaatê ye.

KGM: Navên Alî Bayramoglu, Beril Dedeoglu jî di yedekê dene.

A. Ocalan: Divê Nazan Ustundag hebe. Ew pisporê vî karî ye. Nivîsê wê yê li ser cerebeyên cîhanê heye. Divê hebe.

A. Ocalan: Hêdiviya me bi kesa xebatên li vir fam bire û rast vebêje rast temsîl bike heye. Divê encamên ku em li biêjinê ji aliyê elewiyan ve bibe muşahîd. Hûn dê piştre ragihînin. Hefteya bê an Çarşam an jî pêncşemê hûn dê bên vir.

P. Buldan: Em dê bi heyeta Şopandinê re bên?

KGM: Ne ji bo heyetê jibo Newrozê hûn dê bên. Pişti Newrozê ev kom dê bê.

KGM: Di civina pêş me de ev 8 kes dê di komê de hebin.

A. Ocalan: Dê çi li çîgiran bê?

KGM: Ew ne niha.

A. Ocalan: Ez dîsa dibêjim Bila Nazan û 8 kes bên. Bila 3-4 kesên laîk bên. Celalettin bûya ne pirsgirêk bû. Lê niha nûnerên kesên laik kêm e. Kesên ji camîaya Laik bên, bila kesên ku rê li pêş rexneyan bigirin bin.

KGM: Ew bû bernamzet. Navê Nazan jî ez dinivîsim. Ez dê bi kesên eleqeder re bi axivim."

Erdogan mudaxaleyî pêvajoyê kir.

Piştî van niqaşan roja ku Ocalan got "Çarşem pênceşê hûn dê bên" rastî 19'ê Adara 2015'ê Adarê hat. Lê di wê dîrokêde heyet neşandin Îmraliyê û Serokomar Erdogan rojek piştî vê rojê rojek berî Newrozê got "Ez li dijî heyeta Şopandinê me' aşkere dikir ku çima heyet hatiye astengkirin.

Erdogan, di 20'ê Adarê de li ser pirsek berê hatibû amadekirin got "Agahiya min jî jê tune ye. Ez erênî li vê yekê nanerim" û helwesta xwe ya li dijî heyetê û çareseriyê anîbû ziman. Wê demê cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç, rojek şûnde gotibû agahiya Erdogan ji her tiştî heye.

Bi taybetî di pêvajoya hilbijartina 7'ê Hezîranê de derket holê ku AKP bi awayekî taktîk nêzî pêvajoya çareseriyê bû. Bi vê pêvajoyê xwest bêtir dengan bi dest bixe. Hin wekîlên AKP'ê jî got "Pêvajoya çareseriyê kêrî HDP'ê tê û ev yek îtîraf kirin.

Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de diyar kiribû ku piştî Heyeta Şopandinê biçe Îmraliyê dê derbasî lihevhatina dawî bikin û derbasî pêvajoya pratîkê bibin. Ocalan gotibû "Ez rolekî dîrokî li vê peymanê bar dikim" Di peyama pîrozbahiya Newroza 2015'an de girîngiya vê peymanê anîbû ziman.

Piştî Erdogan pêvajo nas nekir û mase xera kir:

Li Komombiya ku 220 hezar mirov hatin kuştin pirsgirêk bi muzakereyan çareser bû.

Her çend Erdogan ji bo "Heyeta Şopandinê" ku Ocalan pêşniyar kir got "ez rast nabînim" jî bi heyeta Şopandinê û muzakereyan herî dawî FARC û Kolombiya li hev hatin. Piştî şerê 50 salan ku 220 hezar mirov hatibûn kuştin, bi peymana li Paytextê Kuba Havana Hikûmeta Kolombiya Humberto de la Calle û Sermuzakerevanê FARC'ê Ivan Marquez peyman îmez kirin.

Tikiye li Moro bû qasid

Wekî din li Filipinlerê, di navbera gerîllayên Moro û Hikumetê de piştî şerê 40 salan bi navbênkariya gelek welatan û Tirkiye li hev hatin. Navbênarên ku li Guantemala pêk hatin di bin çavdêriya NY'ê de pêk hat.

Li Endonezya Xweserî dan

Li herêma Endonezya û Açe Artêşa Açe ya Azad (GAM) piştî şerê 26 salan û kuştina 15 hezar mirovan muzakereyên di salên 2002-2003'an de dest pê kir, bi dawî bûn. Di peşengiya NY'ê de di çavdêriya Mîsyona Çavderiya Açe de pêk hat.

El Salvador jî bi heman rêbazê çareser bû

Dîsa li El Salvadorê jî piştî şerê 12 salan û kuştina deh hezaran mirovan di navbera hikûmeta El Salvador û FMLN (Farabundo Marti Ulusal Kurtuluş Cephesi) de hevdîtin bi aştiyê bi dawî bûn. Pirsgirêk bi muzakereyan çareser bû.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN