DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Pêwîst bike em ê jî zarokên xwe naşînin dibistanê'

 
18 Îlon
09:05 2016

WAN (DÎHA) - Piştî bi hezaran mamosteyên endamên Egîtîn Senê ji peywîrê hatin dûrxistin, bertekên di vê der barê de didomin. Gelek malbatan dan zanîn heke wiha biçe ew dê zarokên xwe neşînin dibistanan.

Malbatên xwendekaran pertek nîşanî ji peywîrê girtina mamosteyên endamên Egîtîm Senê dan û dan zanîn dixwazin li şûna wan hevserên polîs û leşkeran bi cih bikin. Malbatan aşkera kir ku heke malbatên leşker û polîsan bên dê zarokên xwe neşînin dibistanan. Welatiya bi navê Hanim Talay diyar kir ku 5 zarokên wê hene, bi salan e li ser gelê kurd polîtîkayên pişaftinê tên meşandin û herî dawî dixwazin bi polîtîkayên nû vê pişaftinê kûr bikin.

Talay da xuya kirin dê sibe dibistan vebin, lê gelek xwendekar bê mamoste dest bi dibistanê dikin û ev tişt got: "Dixwazin hevserên polîs û leşkeran li cihên mamosteyên ji kar avêtine bi cih bikin. Pêwist bike em jî zarokên xwe naşînin dibistanê. Em mamosteyên xwe dixwazin. Mamosteyan tenê ev şer bisekine aştî pêk bê xebat kirin. Li ser vê gotine ji erkê hatin girtin."

Şertên perwerdeyê giran in

Sakîne Aslan jî anî ziman ku herdu zarokên wê yên diçin dibistanê mamosteyên wan ji erkê hatine girtin û diyar kir ku zarokên wê naxwazin biçin dibistanê. Aslan bi cihkirina hevserên polîs û leşkeran wekî berdewama polîtîkayên pişaftinê pênase ekir û wiha pêde çû: "Ji kar girtina mamosteyan nayê pejirandin. Em li dijî şer in. Me bi salan e got em şer naxwazin. Xwesteka me ew e ku demil dest erkên mamosteyan careke din bê dayîn."

Xwendevanê Pola 5'emîn Evîn Pen jî anî ziman ku mamosteyên ku ji peywîrê hatine girtin, careke din vegerin karên xwe. Xwendekara Pola 7'emîn Zerda Dînç jî ev tişt got: "Em li cem mamosteyên xwe ne. Mamosteyên me şer nexwazin. Em dixwazin mamosteyên me vegerin peywîra xwe."

Hevseroka Egîtîm-Senê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî destnîşan kir ku zarok li dibistanan gelek tengasiyên mezin jiyan dikin, gelê Dersimê li hemberê vê kiryarê berxwedanek xurt dane nîşan û dewlet neçar maye paşve gav avêtiye û xwest li her derî ev têkoşîn bê mezin kirin.

(era/sm)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN