Apê Mûsa hate bibîranîn
AMED (DÎHA) - Zanayê kurd Ape Mûsa (Musa Anter) li Seyrantepeya Amedê li kolana ku beriya 24 salan hate qetilkirin hate bibîranîn.
Zanayê kurd Ape Mûsa (Musa Anter) li Seyrantepeya Amedê li kolana ku di 20'ê îlona 1992'yan de salan hate qetilkirin ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad ve hate bibîranîn. Kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter rêveberên DBP'ê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat jî beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Anter, xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku di dîrokên cuda de hatine qetilkirin hatin hilgirtin û qurnefîl danîn li cihê mu Apê Mûsa hatibû qetilkirin.
Ji Apê Mûsa re soza me ye...
Di bîranînê de Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) Hakki Boltan axivî û diyar kir ku yên ku têkoşîna Apê Mûsa dewr girtine îro di asta herî jor a têkoşînê de ne. Boltan got ku ji Apê Mûsa re soza wan e ku dê mîrateya wî bi cih bînin.
'Apê Musa ji hêza pênûsê bawer dikir'
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a ku bi Apê Mûsa re xebitî bû jî diyar kir ku wê şanê xebatê bi Apê Mûsa re dîtiye û wiha axivî: " ''Apê Mûsa kesekî wiha bû ku ji hêza pênûsê bawer dikir. Apê Mûsa digot pênûsa mi ji tank û topên wan bihêztir e û bêtir ev yek kir jî. ligel tarîtiya salên 90'an li cem gelê kurd cihê xwe girt û bi israr nivîsand. Bi nivîsên xwe ve Apê Mûsa mîrateya berxwedanê ji me re hişt. Em ê heta dawî xwedî li mîrateya wî derkevin. Ligel hemû zehmetiyan jî ew perdeya derewan diçirîne û dengê xwe digihîne me."
'Em bi wî serbilind in'
Dîcle Anter jî diyar kir ku beriya 24 salan bavê wî hatiye qetilkirin û ji ber ku xwedî li rojnameya Apê Mûsa ya Ozgur Gundemê derdikevin Ayşe Duzkan jî di nav de gelek kes îro derdikevin pêşberî dadgehê, Anter got ku ew bi Apê Mûsa re serbilind in.
Piştî axaftinan kesên beşdar bûn qurnefîl danîn li cihê ku Apê Mûsa hat qetilkirin. Apê Mûsa dê li ser gora xwe li gundê Stîlîlê ya Nisêbînê jî bê bibîranîn.
(sa)