Medîne Kaymaz: Heta Ocalan azad nebe em nahêlin dewlet jî azad bibe
ENQERE (DÎHA) - Dayika Bayram Kaymaz ê 22 sal in girtî ye û ji Îmraliyê sirgûnî Edîrneyê hat kirin Medîne Kaymaz da zanîn ku heta Ocalan azad nebe dewlet jî azad nabe.
Dayika Bayram Kaymaz ê 22 sal in girtî ye û ji Îmraliyê sirgûnî Edîrneyê hat kirin Medîne Kaymagot têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji DÎHA'yê re axivî. Kaymaz, anî ziman ku azadiya Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn temînata aştiyê ye û got: "Ocalan serokê me ye. Serokê Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê jî heta ku serokê me azad nebe em û gelên Rojhilata Navîn azad nabin. Bila dewlet jî baş bizanibe ku eger serokê me azad nebe dewlet jî nikara bi awayekî azad tevbigere."
'Kurê min di bin tecrîdê de ye'
Kaymaz diyar kir ku piştî kurê wê Bayram Kaymaz ji Girava Îmraliyê hat sirgûnkirin heta niha di bin tecrîdê de ye û wiha got: "Kurê min jî wekî serokê min di bin tecrîdeke giran de ye û tena serê xwe hucreyê de dimîne. Min di Cejna Qurbanê de bi kurê xwe re hevdîtin kir û got min tecrîdek giran li dijî min tê meşandin û amûrên min ên takekesî tên desteserkirin. Midûriyet û rêveberiya girtîgehê li hemberî min bi awayekî kêfî tevdigere û dest datîne ser amûrên min."
'Kurê min ji bo serok canê xwe da agir'
Kaymaz destnîşan kir ku dema Ocalan hat girtin kurê wê di girtîgehê de agir berda bedena xwe û wiha pêde çû: "Dema ku serok hat girtin kurê min di digirtîgaha Naziliyê de canê xwe da agir. Bi hezaran ciwanên wekî kurê min ji bo serokê me amadene ku canê xwe bidin agir. Ez jî wekî dayika aştiyê amade me ji bo serok APO canê xwe bidim."
'Bi hezaran fedaiyê serok Apo hene'
Kaymaz aşkera kir ku ji ber kurê wê tecrîda li hemberî Ocalan şermezar bike ketibû greva birçîbûnê û wiha berdeam kir: "Tecrîda li hemberî serok APO tecrîdeke dij mirovî ye. Kurê min ji ber vê yekê di Girtîgeha Tekîrdagê de ketibû greva birçîbûnê.Ji ber ku kurê min ket gireva birçîbûnê ji laiyê rayedarên girtîgehê ve rastî îşkenceyê hat. Ne tenê derve li hundir jî bi hezaran fedaiyê serok APO hene. Bila dewlet êdî aqilê xwe bide serê xwe û tecrîda serokê me bi dawî bike."
'Em ê ji bo çavên serok canê xwe bidin'
Kaymaz herî dawî ev tişt gotin: "Heta ku serok azad nebe tu kes azad nebe. Bila dewlet baş bizanibe ku em ê ji bo çavê serokê xwe bi can, xwîn û ruhê xwe û zarokên xwe bidin. Êdî bes e gelê kurd bi salan e tenê aştî û wekheviyê dixwaze, gelê kurd naxwaze welat perçe bibe. Ez bang li serokomar Erdogan dikim êdî bes e bila xwîna zarokên çi dayikan nerije."
(fd/mae)