19:16 09/10/2016 |
|
Li herêma Çelê Nimêja ya bi ser Bestayê ve, li 9 herêmana ‘qedexeya derketina derve’ hat îlankirin.
|
19:12 09/10/2016 |
|
Li Pirsûs'ê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan beriya niha bi 18 salan pêk hat, hat şermezarkirin.
|
18:25 09/10/2016 |
|
Dibistana Ferzad Kemanger a ku li Amedê bi kurdî perwerdehiyê dide, li ser biryara Walîtiya Amedê hat mohrkirin.
|
17:38 09/10/2016 |
|
Nûnerên saziyan ên girtina televîzyon û radyoyên bi biryarnameya KHK'ê hatin girtin şermezar kirin peyama "Dibe ku hûn bihêz bin lê belê em mafdarin û em ê bêdeng nebin" dan.
|
16:54 09/10/2016 |
|
Welatiya bi navê Elîf Kanlioglu ya ku di qetlîaman Enqereyê de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe ya li Artvînê hat bibîranîn.
|
16:30 09/10/2016 |
|
Xebatkarên Van TV û Dogu Radyo yên KHK'e weşana wan qut kir, 10 rojin nobetê digirin û di çalakiyê dene.
|
16:15 09/10/2016 |
|
Li Edeneyê ciwanan 9'ê Cotmehê roja derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyê şermezar kir. Polîsan êrîşî koma ciwanan kir û zarokê 15 salî Omer Onen bi giranî birîndar kir.
|
16:11 09/10/2016 |
|
Komeleya 10’ê Cotmehê, bi tevlibûna gelek rêxistin û endamên partiyên siyasî şehîdên 10’ê Cotmehê li Goristana Karşiyakayê bi bîr anî.
|
15:42 09/10/2016 |
|
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Tarsûsê, kesên ku di 10'ê Cotmehê qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên wan bibîranîn.
|
15:34 09/10/2016 |
|
Serokwezîr Bînalî Yildirim derbarê êrîşa Şemzînanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşê de 10 leşker mirîne û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
|
15:32 09/10/2016 |
|
Basin Îş'ê têkildarî bûyera 10'ê Cotmehê rapora analîza çapemeniyê amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku çapemeniya hawiz rola îkdîdarê nedîtiye û îktîdar bi vî rengî parastiye. Di raporê de hat zanîn ku herî zêde Med Nûçe bûyer berfirehî dîtiye.
|
15:25 09/10/2016 |
|
HPG'ê êrîşa li hemberî qereqola li Şemizînanê girt ser xwe û da zanîn ku di dema êrîşê de ji 50 zêdetir leşker li qereqolê bûn û di êrîşê de herî kêm 32 leşker hatine kuştin.
|
15:16 09/10/2016 |
|
Li hemberî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan hate destpêkirin li her derê lenet hate barandin. Gelê kurd li her derê derke qadan û peyama "roj roja li dora Îmraliyê bûna xelek e" da.
|
14:41 09/10/2016 |
|
Li Cizîrê û bajaroka Dêrgulê komploya 9'ê cotmehê bi daxuyaniyan hat şermezarkirin.
|
14:32 09/10/2016 |
|
Polîsan li Bursayê êrîşî bîranîna kesên ku di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn kirin û gelek kes bi derpkirinê binçav kirin.
|
13:40 09/10/2016 |
|
Di encama çalakiya li dijî Qereqola Dûrê pêk hat de qereqol hilweşiya û li gorî daxuyaniyên fermî 9 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 30 kes birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyan jî di nexweşxaneyên Şemzînan, Gever û Colemêrgê de herî kêm 14 cenaze hene.
|
13:35 09/10/2016 |
|
Li bajarên Silêmanî û Kerkûkên çalakiya mamoste û karmendan li hemberî paşxistin mûçe û pergala dayîna mûçeyan de didomin. Mamoste û karmend îro jî daketin kolanan û çalakî pêk anîn.
|
13:24 09/10/2016 |
|
Derbarê êrîşa bombeyî ya li hemberî Qereqola Durê ya Şemzînanê de Wezareta RTUK'ê biryara qedexeya weşanê da.
|
13:21 09/10/2016 |
|
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi armanca 101 kesên di komkujiya 10'ê Cotmehê de li Enqereyê di mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê de hatin qetilkirin bibîr bîne "101 şitl" çandin.
|
13:10 09/10/2016 |
|
Li navçya Geverê ji bo 4 kesên duh hatin qetilkirin temamiya esnafan dikanên xwe venekirin.
|