DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

16:27 10/10/2016
 
Xwendekarên zanîngehê nehatin berdan
1'emîn rûniştina doza 6 xwendekarên jin ên zanîngehên SDU û PAU ku girtî tên darizandin li Dadgeha Cezayên Giran a Îspartayê hat dîtin. Di rûniştina yekem de xwendekar nehatin berdan.
16:21 10/10/2016
 
Nasnameya endamên YPS'ê diyar bûn
Nasnameya 2 endamên YPS'ê yên li Wanê jiyana xwe ji dest dabûn diyar bûn.
15:38 10/10/2016
 
71 kesên komkujî şermezar kirin hatin binçavkirin
Li Enqereyê kesên komkujiya 10'ê Cotmehê şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrîşê de herî kêm 71 kes hatin binçavkirin.
15:17 10/10/2016
 
Leşkerên li Farqînê derketin operasyonê rastî êrîşê hatin
Leşkerên ku li navçeya Farqînê ya Amedê derketin operasyonê rastî êrîşê hatin. Li gorî agahiyan serpêl û efserek hat kuştin, herî kêm 6 leşker birîndar bûn.
15:09 10/10/2016
 
Malbata girtiyê sirgûn bû li ÎHD'ê gilî kir
- Malbata girtiyê siyasî Îzzet Tûran ê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê bû û rastî lêdanê hat, li ÎHD'ê gilî kir.
14:40 10/10/2016
 
Xebatkarên Şaredariya Qoserê qeyûm şermezar kirin
Hevşaredar û xebatkarên Şaredariya Qoserê tayînkirina qeyûman a şaredariyên DBP'ê bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin.
14:27 10/10/2016
 
Çalakiya 'Dest nede vîna min' di hefteya duyemîm deye
Nûnerên DBP, HDP, KJA'ê, bi tevlêbûna hevşaredaran li Êlihê di hefteya duyemîn de çalakiya "Dest nede vîna min" pêk anî. Çalakgeran diyar kirin ku yên vîna gelan desteser bikin nagêjin armanca xwe.
14:12 10/10/2016
 
Polîsan dîsa êrîşî xwendekarên ÎU kirin û 30 kes binçav kirin
Polîsan cara duyemîn êrîşî xwendekarên zanîngeha Îstanbolê kirin û herî kêm 30 xwendekar binçav kirin.
13:41 10/10/2016
 
Cenazeyê Cengîz ê HPG’î şandin Wanê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Halûk Cengîz (Hasan Canfeda) yê ku 2’ê cotmehê li Elkê jiyana xwe ji dest dayî ber bi Wanê ve hat oxirkirin.
13:32 10/10/2016
 
Xebatkarên weşanên hatin girtin di çalakiyê de ne
Xebatkarên televizyonên ku bi KHK'ê ve hatin girtin ji bo balê bikişînin pêkûtiyên li ser çapemeniyê li Amedê çalakiya rûniştinê ya 3 rojan dan destpêkirin.
13:25 10/10/2016
 
Bi hezaran kes daketin kolanan û qatlîam şermezar kirin
Di salvegera yekemîn a Qatlîama Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de li dijî Mîtînga Aştiyê ya bihata lidarxistin pêk hat bi hezaran kes daketin kolanan qatlîam şermezar kirin û xwestin berpirsyar bên darizandin.
13:18 10/10/2016
 
Yên destûr dan komkujiyê şînê qedexe dikin
Bi hezaran kesan li gel hemû qedexe û êrîşan komkujiya 10'ê Cotmehê şerezar kirin û 101 Şehîdên Aştiyê bibîr anîn. Di merasimê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, helwesta Walî rexne kir û got: "Waliyê destûr nade ku xizmên 101 mirovan biçin şîna xwe bigirin û li aliyê din qurnefilan dixe destê xwe û diçe qadê dibêje 'Ev êşa me ye'."
12:33 10/10/2016
 
Bi sedan xwendekar bê perwerdehiya kurdî ma
Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku duh hat mohrkirin bû sedema astengiya perwerdehiya bi sedan xwendekaran. Mamosteyên dibistanê ku xwestin bikevin hûndirê dibistanê rastî astengiya polîsan hatin.
12:10 10/10/2016
 
Mufetîş li Şaredariya Mezin a Amedê lêkolîna çi dikin?
Bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Serokatiya Daîreya Dîwana Muhasebatê 6 sermufettîşên mulkî şandin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û lêkolînê dikin.
12:09 10/10/2016
 
Li dijî qeyûm çalakî pêk anîn
Xebatkarên Şaredariya Bajaroka Perî ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman dev ji kar berda.
11:51 10/10/2016
 
Êrîş li dijî çalakiyên li Enqereyê didomin
Komên ku dixwazin komkujiya 10'ê Cotmehê şermezar bikin û 101 Şehîdên Aştiyê bibîr bînin, li dijî êrîşên polîsan di nava çalakiyê de ne. Polîs bê navber bi bombeyên gazê, ava şit û guleyên plastik êrîşan pêk tîne. Koma ku hevserokên HDP'ê û wekîl jî di navdene cara 3'yemîn rastî êrîşan hat.
11:16 10/10/2016
 
Êrîşî bîranîna 10'ê Cotmehê kirin: 15 xwendekar binçav kirin
Li Zanîngeha Îstanbolê, xwendekaren ku xwestin komkujiya 10'ê Cotmehê şermezar bikin rastî êrîşa polisan hatin. Di êrîşa polisan de 15 xwendekar hatin binçavkirin.
10:59 10/10/2016
 
Ji PKK'ê hat binçavkirin û ji Cemaêtê hat girtin
Endamê BES'ê Ozgur Bektaşoglu yê ji peyvirê Karên Daristanê ya Erzinganê hat dûrxistin bi îdîaya "Endamtiya PKK/KCK'" hat girtin. lê bi îdîaya "Bi Cemaeta Gulen re di nava dan û stendinê de ye" hat girtin.
10:50 10/10/2016
 
Ligel hemû astengiyan her roj rastiyan radigihînin gel
Di roja 11'ê cotmehê ku wek Roja Belavkariya Rojnameyan a Cîhanê tê pîrozkirin. Belavkarên rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê destnîşan kirin ku ew ê wek Generalên Biçûk ên Apê Musa dê rastiyê bigîhînin gel û got ew li ser şopa hevalên wan hatin qetilkirin karê xwe didomînin.
10:37 10/10/2016
 
Navên 5 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest da diyar bûn
Li navçeya Şemzînanê navên 5 kesên dema di çalakiya li dijî Qereqola Dûrê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN