DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

13:33 08/10/2016
 
Ji wesayît zirxî êrîş kirin: 4 kes mirin, 2 kes birîndar bûn
Li navenda sûka Geverê di encama êrîşa wesayîta zirxî ya polîsan de 4 kes hatin qetilkirin. Hevserokê berê yê HDP'ê yê navçeyê piştî bûyerê li Midûrê Polîsan a navçeyê geriya û diyar kir ku midûr ji wî re gotiye; "çeka wesayîta me ya zirxî xetimiye."
13:31 08/10/2016
 
Cenazeyê Akyol li ber Ozgur Gundema mohrkirî oxir kirin
Cenazeyê Rojnameger û edîtorê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da li ber avahiya Ozgur Gundemê ya mohrkirî bi merasimekê axir kirin.
12:55 08/10/2016
 
Êrîşî endamên Halkeviyê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
Endamên Halkeviyê yên ku xwestin qetlîama 10'ê Cotmehê li ber Wezareta AKP'ê ya li Enqereyê bi çalakiyekê şermezar bikin rastî êrîşa polîsan hatin û gelek kesên ku di nava wan de Nûçegihanê me Selamî Aslan jî hene hatin binçavkirin.
12:08 08/10/2016
 
Serokomar Erdogan dîsa 'civîna ewlehiyê' pêk tîne
Tirkiye ku li hundir û derve di nava şer de ye "civînên ewlehiyê" li ser civînan pêk tîne. Dîsa di serokatiya Serokomar Erdogan de li Qesra Beylerbeyî ya Stenbolê saet di 15.30'an de "Civîna Ewlehiyê" pêk tîne.
11:40 08/10/2016
 
ÎHD'ê têkildarî rewşa Hurşît Kulter daxuyanî da
Komîsyona dijberî binçavkirinê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê têkildarî rewşa Hurşit Kulter ê piştî 134 rojan aqûbeta wî li Kerkukê derket holê daxuyanî da û anî ziman ku ji bo wan jiyana her mirovî pir bi qimet e.
11:19 08/10/2016
 
Rejîma Îranê li Bûkanê 40 welatî binçavkirin
Li gor rapora navenda Parêzerên Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê, hêzên pasdarên rejîma Îranê li bajarê Bûkan 40 welatî binçav kirin. Navendê anî ziman ku kesên hatin binçavkirin rastî lêdanê hatine.
11:08 08/10/2016
 
Dengê çekan li kolanên Geverê bilind bûn - DEQEYA DAWÎ
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dengê çekan bilind bûn. Hat diyarkirin ku birîndar û kuştî jî hene.
10:54 08/10/2016
 
Li avahiya metrukê 2 rojan hat îşkencekirin
Nûçegihanê Rojnameya Azadiya Welat Adnan Kumek diyar kir ku ew li Bedlîsê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin, birine avahiyek metrukê û du rojan rastî îşkenceyê hatiye. Kumek, bi lêv kir ku polîsan karta wî ya çapemeniyê helandine ser lingên wî.
10:17 08/10/2016
 
Şaredarê Wêranşarê yê berê hat binçavkirin
Şaredarê Wêranşarê yê berê Mehmet Sinan Burun hat binçavkirin.
10:17 08/10/2016
 
Pîrê Elewî ji ber 'Bylock' hat girtin
Pîrê Elewî û xebatkarê şaredariya CHP'ê Hasan Ateş, bi hinceta "Bylock' bikaraniye" û "Endamê cemaata Gulen e" hat girtin.
10:07 08/10/2016
 
Qeyûmê kedkarên çalakî pêk anîn ji kar avêtin
Qeymeqamê Qelqeliyê Serdar Karal ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, 6 karkerên şaredariyê ku çalakî pêk anîn ji kar avêt.
10:03 08/10/2016
 
Li Enqereyê amadekariya êrîşa bombeyî
Hat diyarkirin ku 2 kesên ku li Enqereyê amadekariya êrîşa bombeyî dikirin ji bo nekevin dest xwe teqandine.
10:01 08/10/2016
 
DYA: Leşkerên Tirk dikarin li Musulê pirsgirêkan derxin
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna bi DAIŞ'ê re yê Serokê Obama Brett McGurk, diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk a li Başika dibe ku zerarê bide operasyona Musulê û pirsgirekan derxin.
09:45 08/10/2016
 
Bîranîna 10'ê Cotmehê hat qedexekirin
Midûriyeta Polîsan a Enqereyê çalakiya ji bo bîranîan 10'ê Cotmehê qedexe kir.
09:32 08/10/2016
 
Destpêka dema tarî: Qatlîama 10'ê Cotmehê- DOSYA 2
Seroka Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşkun bi gotina "Luksekî me yê bigirîn tuneye" bal kişand li ser pêwîstiya têkoşînê.
09:22 08/10/2016
 
Qeyûm nehîşt hevşaredar bikeve odeya xwe
Hevşaredara Hênê Nevîn Oktay diyar kir ku qeyûmê hatiye tayînkirin ferman daye polîsan û nehiştine ku bikeve odeya xwe. Welatiyên ku li hemberî xespkirina îradeya wan aciz in jî helwesta xwe bi gotina "Em ê şaredariya xwe paş ve bigirin" nîşan dide.
09:21 08/10/2016
 
Navê keça xwe li hesreta wê bûn li neviya xwe kirin
Malbata Leyla Dogan a YPJ'î ya li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Nisêbînê dijîn ji ber qedexeyê bi mehan in nikarin biçin li ser gora keça xwe, hesreta keça xwe bi neviya xwe ya navê Leyla li wê kirin ve hewl didin derbas bikin.
09:20 08/10/2016
 
‘Banga aşitiyê ya pêşengan girîng e'
Akademîsyenên ku gotin, hevdîtinên li Kolombiyayê yên di navbera hikûmet û FARC'ê de pêk tên divê li Tirkiyeyê jî pêk bên û dest nîşan kirin ku, divê di vê çarçoveyê de xwedî li peyama Abdullah Ocalan bê derketin.
09:19 08/10/2016
 
Dê Tahîr Elçî doza wî bişopanda
Şukran Gunduz, ku salek berê hevjîna wê Mehmet Gunduz li Farqînê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat qetilkirin, diyar kir ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat şîna wî û got ku ew dê doza wî bişopîne, lê çend roj şûnde Elçî jî hat qetilkirin.
09:18 08/10/2016
 
Xana şahidiya tehcîra ermenan kir, niha qurbanê AKP-Cemaetê ye
Xan-i Delîlan’a Rihayê ya ku malxweyî û çavdêriya tehcîra ermenan kiriye û piştî Qesra Topkapiyê mezintirîn abîdeya ji serdema osmaniyan maye ye. Niha ev abîde bûye qurbana şerê AKP-Cemaetê.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN