DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

14:27 07/10/2016
 
Ceyş El-Siwar: DAIŞ'ê topên jehrî avêt gundan
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ceyş El-Siwar ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê topên jehrî davêjin gundê Um El-Qura û Um El-Hoş.
14:23 07/10/2016
 
Êlih di bin dorpêça leşker û polîsan de ye
Cadeya herî zêde çûn û hatin heye ya Êlihê 3 roj in bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan hatiye dorpêçkiri.
14:21 07/10/2016
 
Tuncel: Darizandina Yuksek şermek mezin bû
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel diyar kir ku berdana Yuksek giringe lê li vir ne tenê Yuksek siyasta demokratîk û DBP'ê tê darizandin. Wekîlê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kukçu jî destnîşan kir ku berdana Yuksek ji deryayê tenê dilopeke.
13:44 07/10/2016
 
Herî kêm 10 hezar xebatkarên çapemeniyê bê kar in
Piştî bi biryarnameya KHK'ê 23 televîzyon û radyo hatin girtin hêjmara xebatkarên çapemeniyê yên bêkar ji 3 hezaran derbas kir. Her wiha di 3 televîzyonên hatin girtin de dewletê dest danî ser 5 milyon TL mulkiyeta televîzyonan.
13:43 07/10/2016
 
Banga 'Di 10'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin' kirin
Koordinasyona Ked û Demokrasiyê bi minasebeta 1'emîn salvegera komkujiya li Enqereyê pêk hat, bang li her kesî kirin ku di 10'ê Cotmehê saet di 16.00'an de li Qada Kadikoyê kom bibin û komkujiyê şermezar bikin.
13:35 07/10/2016
 
Radyo Dunya ligel hemû astengiyan weşana xwe didomîne
Radyoya Dunya ku biryarnameya KHK'ê weşana wê hat rawestandin, li ser medyaya civakî ji guhdarên xwe re weşana xwe didomîne.
13:30 07/10/2016
 
Di Nimêja Înê ya Sivîl de ji bo aştiyê dua kirin
Li Amedê bi beşdariya sedan kes Nimêja Înê ya Sivîl hat kirin û welatiyan ji bo pêkhatina aşitî û aramiyê dua û niyaz kirin.
13:19 07/10/2016
 
Xwediyê dawetê Waliyê Agiryê derewand
Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr serdegirtina polîsan a daweta ku têde stranên kurdî hatin gotin bir meclisê lê Waliyê Agiriyê diyar kir ku tiştek wiha tuneye. Li ser vê yekê xwediye dawetê bi gotinên "Em hatin binçavkirin û piştî îfadeya me hat girtin em serbest hatin berdan" walî derewand.
13:18 07/10/2016
 
Welatiyên Riha: Em rado û televîzyonên xwe dixwazin
Welatiyên Rihayê, girtina 23 radyo û televîzyonên hatin girtin şermezar kirin û diyar kirin ku ew radyo û televîzyonên xwe dixwazin. Welatiyan anîn ziman ku qanalên radyo û televizyonên hatin girtin ji bo wan çavkaniya jiyanê ye.
13:05 07/10/2016
 
TGS: Bila rojnamegerên girtî bên berdan
TGS'ê li hemberî girtina rojnameger Cemîl Ugur û Ahmet Anil nerazîbûn nîşan da û xwest rojnamegerên girtî hemû bên berdan.
13:00 07/10/2016
 
Li Tarsus û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin
Li Tarsusê 2 kes, li Mereşê jî kesek hatin binçavkirin.
12:24 07/10/2016
 
Komploya Cotmehê bi tecrîda girankirî didome
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê bi komploya navneteweyî ve beriya 18 salan ji Sûriyeyê hat derxsitn der barê komployê de anîbû ziman ku "komplo hatiye pûçkirin", ên ku ji komployê hêvîdar bûn jî bi tecrîdê hewl didin encamê bigirin. Fikrên Ocalan ê ku 20 salan li Sûriyeyê ma li hemû cihanê belav bû.
12:08 07/10/2016
 
Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek hat berdan - DEQEYA DAWÎ
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek di yekemin rûniştina dozê ya li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de hat berdan. Yuksek 6 meh berê ji ber daxuyanî dabû çapemeniyê hatibû girtin û li Girtîgeha Tipa F a Kurkçuler a Edeneyê dihat girtin.
11:42 07/10/2016
 
Girtiyan alîkarî ji gelê Geverê re şandin
Girtiyên siyasî yên Tîpa F a Wanê ji bo piştevaniya gelê Gewerê alikarî kom kirin û ji gelê Geverê re şandin. TUYAD-DER û Komeleya Rojava diyar kirin ku ev piştgirî pir biwate û qîmet e.
11:12 07/10/2016
 
Rûniştina Hevserokê DBP'ê Yuksek dest pê kir
Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ku girtî tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir.
10:57 07/10/2016
 
Kulter: Ez bi saya têkoşîna gel xilas bûm - FLASH
Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê ku bi mehan e jê agahî nedihat girtin, diyar kir ku ew bi saya têkoşîna gel ji destê tîmên taybet ên xwestin wî înfaz bikin xilas bûye û hatiye bajarê Kerkûkê yê başûrê Kurdistanê.
10:57 07/10/2016
 
Tendurek bi saetan hat bombebarankirin
Herêmên Kela Şehîd, Zozanên Kanîspiyê, Girê Şehîd û Gola Pelexê yên Tendurekê ya Agiriyê ji aliyê balefiran ve bi saetan hat bombebarankirin. Çavkaniyên herêmî jî îdîa kirn ku balefiran bi çekên kîmyewî herêm bombebaran kirine.
10:40 07/10/2016
 
Qeyûm hat xizmet çû
Li navçeyên Rêya Armûşê, Qelqelî, Erdîş, Artemêt yên Wanê piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin xizmeta paqijiyê bi dawî bû. Welatiyan pertek nîşan dan û gotin "Qeyûm hat xizmeta paqijiyê çû."
10:33 07/10/2016
 
Lojman vala ne, lê erdhejzede di konteyniran de dijîn
Mexdûrên erdheja Wanêya 2011'ê ku hêj di konteyniran de dijîn, li gel lojmanên tenişta wan ên ji bo dozger û dadgeran hatine çêkirin 3 salin vala ne jî, wan li van lojmanan bi cih nakin. Mexdûrên erdhejê xwestin ku derbasî van lojmanan bibin û zivistana xwe li vir derbas bikin.
10:29 07/10/2016
 
Li Tabura Garê teqîn
Li Tabûra Garê ya Şemzînanê ji ber teqîna pêk hat 2 jê giran bi giştî 3 leşker birîndar bûn.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN