DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Kurdistanê înternet û xetên telefonan hatin qutkirin

 
11 Îlon
10:23 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di saetên serê sibehê de li tevahiya Kurdistanê xetên telefonan, înternet û 3 G înternet hat qutkirin.

Piştî ku di saetên serê sibehê de bo 28 Şaredariyan qeyûm hat tayînkirin li gelek bajar û dehan navçeyên Kurdistanê înternet hat qutkirin. Hate zanîn ku li gel qutkirina

înternetê xetên telefonan jî naxebitin.

Der heqê sedema qutkirina înternet û xetên telefonan de heta niha ji saziyên dewletê ve tu daxuyanî nihatin dayîn.


(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN