DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Colemêrgê pevçûn qewimî

 
11 Îlon
15:11 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Piştî tayînkirina qeyûmê ya bo Şaredariya Colemêrgê îro Hevşaredarên Colemêrgê Fatma Yildiz û Şaban Alkan hatin ber avahiya şaredariyê.

Hevşaredarên bajarê Colemêrgê Fatma Yildiz û Şaban Alkan ji bo tayînkirina qeyûmê protesto bikin hatin ber avahiya Şaredariyê û xwestin bikevin hundirê avahiyê. Hevşaredarên ku bi vîna gel hatin hilbijartin rastî astengiya polîsan hatin û destûra ketina hundirê avahiyê nihat dayîn.


Li ser vê yekê herdu hevşaredar û sedan welatî li ber avahiya Şaredariyê kombûn.

Polîsên ku derdora avahiya şaredariyê dorpêçkiribûn bi ava şid û bombeyên gazê mudaxaleyî gel kirin û li ser vê yekî li bajêr bûyer derketin.

Di mudaxaleya polîsan de 4 kes hatin binçavkirin. Ligel binçavkirina welatiyan sedan kesên li derdora şaredariyê kombûn ji ber şaredariyê veneqetiyan û tayînkirina qeyûmê şermezar kirin.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN