DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

09:10 14/10/2016
 
Mînakên îşkenceyên ku Wezîrê Dadê xwestibûn hatin raporkirin!
Wezîrê Dadê îdia kiribû ku li girtîgehan îşkence tune. Der barê vê îdiayê de ÎHD li Girtîgeh T2 a Osmaniyeyê bi girtiyan re hevdîtin kir û rapor amade kir. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku gelek jê birîndar welatiyên ji Nisêbînê anîn û li vê girtîgehê tên girtin rastî îşkenceyên giran hatine.
09:06 14/10/2016
 
Der barê kujer de biryara neşopandinê, ji bo yên beşdarî cenaze bûn jî ceza!
Dîlan Kortak ji aliyê polîsan ve li Stenbolê bi îdiaya “bi polîsan re şer kiriye" hatibû qetilkirin. Lêpirsîna der barê polîsan de hatibû destpêkirin biryara ne şopandinê hat dayîn. Der barê 24 siyasetmedarên kurd ên beşdarî merasîma cenazeyê Kortakê bûbûn de jî cezayê girtîgehê hat xwestin.
09:05 14/10/2016
 
Dîrok di nav molozan de ma
Di dema xebatên ji nû ve islahkirina Çemê Asiyê de, Pira Romayê ya ku di 1972’an de dema bi hinceta “kêmbûna kapasîteya valakirinê” Gola Amîkê hatibû hilweşandin, bermayiyên wê derketin holê. Bermayiyên ku di nav molozan de mayî jî didin der ku dê dîrok bê binaxkirin.
09:04 14/10/2016
 
Dewlet taxa kurdan bi 12 kamerayan dişopîne
Dewlet li tevahiya navçeya Saruhanli ya Manîsayê bi 6 kamerayên mobese, lê tenê li kolana Adiloba ya kurd lê dijîn bi 12 kamerayên momese dişopîne.
09:03 14/10/2016
 
Fîncanci: Ji bilî aştiyê tu riyek me ya din tune ye
Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, diyar kir ku daxuyaniyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan ji bo aştiyê dan gelek girîngin û wiha got: "Ji bilî aştiyê tu riyek me ya din tune ye."
22:03 13/10/2016
 
Li Bedlîsê li dijî noqteya polîsan êrîşek pêk hat
Hat diyarkirin ku li BEdlîsê gerîllayên HPG’ê li dijî noqteya venêrînê ya polîsan êrîşek pêk aniye.
19:35 13/10/2016
 
Çalakiya rûniştinê di roja duyemîn de ye
Rêxistina DBP'ê ya Amedê bi armanca qirkirina siyasî û binçavkirina endam û rêveberên DBP û HDP'ê şermezar bike di roja duyemîn de çalakî pêk anî.
16:49 13/10/2016
 
Hevşaredara Lîzê Kaya hat binçavkirin
Hevşaredara Lîzê Îpek Kaya di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
15:45 13/10/2016
 
ÎHD rapora 3 mehan aşkere kir
Şaxa ÎHD'ê ya Wanê rapora binpêkirina mafên mirovan a 3 mehan bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re parve kir.
15:18 13/10/2016
 
Ofîsa Ebadî: Destûra Tirkiye têkeve Iraqê tune
Ofîsa Heyder Ebadî bersiv da Tirkiyê û diyar kir ku wan tu peyman bi Tirkiyê re li ser derbaskirina sînorê Iraqê îmze nekirine.
15:08 13/10/2016
 
Dozger ji bo Yuksek bê girtin bi israr e!
5'emîn Dadgena Cezaya Giran a Amedê îtiraza dozger a ji bo girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek red kir. Li ser vê dozger serî li dadgehekî jor da.
14:56 13/10/2016
 
Xwestin kujerê Medenî Yildirim beraet bibe
5'emîn rûniştina doza kuştina mertalê zindî Medeni Yildirim ê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin li dadgeha Amedê hat dîtin. Dozger beraeta kujer Adem Çiftçî xwest.
14:56 13/10/2016
 
Li Hatayê 4 kes hatin binçavkirin
Di serdegitinên malan ên li Kirikhaneyê de 4 kes hatin binçavkirin.
14:17 13/10/2016
 
Li ser îhtimala koçberiya ji Musilê amadekarî tê kirin
Li bajarê Hewlêrê protokolek di navbera Iraq, NY û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo alîkariya mirovî ji penaberên Mûsilê re hat îmzekirin.
14:11 13/10/2016
 
Gora endamê HPG'ê hat xirakirin
Gora endamê HPG'ê Mehmet Kiran (Kurtay Faraşîn) ê ku li Dêrikê bû ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat xirakirin. Malbata ku serî li ÎHD'ê da li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc kir.
14:00 13/10/2016
 
KJA'yê xwest darvekirina Sekaanvand bê rawestandin
Kongreya Jinên Azad (KJA), xwest darvekirina Zeynep Sekanvand Lokran a bi hinceta hevserê xwe kuşt ji aliyê Rejîma Îranê ve rastî cezayê darvekirinê hat bê rawestandin.
13:54 13/10/2016
 
Raporên otopsiyê îdiya 'çek arîze da' pûç dike
Rapora otopsiya 4 welatiyên ku li Geverê di encama gulebarana maşîneyê zirxî de hatin qetilkirin daxuyaniya fermî ya rayedaran a "çekê arîze daye" pûç kir.
13:42 13/10/2016
 
Serlêdana pêşbirka Arjên Arî 1’ê Mijdarê destpêdike
Komaleya Nivîskarên Kurd têkîldarî 4’emîn Pêşbirga Helbestan a Arjên Arî daxuyanî da û diyar kir ku dê pêşbirkê di navbera 1’ê Midarê û 30’ê Rêbendana 2017’an pêk bê.
13:36 13/10/2016
 
Parêzeran li dijî îşkenceyê nerazîbûn nîşan dan
Şaxa ÇHD'ê ya Enqereyê li hemberî îşkenceya ku gardiyanan li hempîşeyên wan parêzer Gunay Dag ê ku çûbû hevdîtina muwekîlê xwe nerazîbûn nîşan da.
13:33 13/10/2016
 
Doza Batumlu û Kizilkaya hat taloqkirin
Rûniştina doza parêzer Ayşe Batumlu ku piştgirî dabû Rojnameya Ozgur Gundemê û Midûrê Karê Nivîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya hat taloqkirin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN