13:33 13/10/2016 |
|
Rûniştina doza parêzer Ayşe Batumlu ku piştgirî dabû Rojnameya Ozgur Gundemê û Midûrê Karê Nivîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya hat taloqkirin.
|
11:59 13/10/2016 |
|
Li navçeya Şemzînanê piştî li dijî Qereqola Dûrê çalakiya bombeyî pêk hat leşkeran bi xendekan riya gundek û 3 gundikan girt.
|
11:22 13/10/2016 |
|
Hêzên dewletê duh bi şev di satên dereng ên şevê de bi awayekî hemwest bi ser avahiyên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyên Amedê de girt. Polîsan di serdegirtinan de hundirên avahiyên HDP û DBP'ê serobin kir dest danî ser gelek alavan. Cîgirê Hevserokên DBP’a Rezanê Sînan Ekîncî diyar kir ku bi van operasyonan dixwazin kurdan bêdeng bikin, lê bê fêde ye.
|
10:59 13/10/2016 |
|
Di teqîna ku li navçeya Elkê dema derbasbûna wesayîta zirxî pêk hat de hate hînbûn ku herî kêm leşkerek miriye, gelek leşker birîndar bûne.
|
10:57 13/10/2016 |
|
Xebatkar û kursiyerên Mala Jinê ya Çîçek a Şaredariya Artukluyê ji bo piştevaniya nisêbîniyan vê carê jî tirşî amade kirin.
|
10:11 13/10/2016 |
|
Yekîneyên polîsan şevê din bi ser avahiya HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyên Amedê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerîn bi dawî bûn polîsan dest danîn ser rapor, belge û pirtûkên partiyê. Endamên partiyê yên ku bi ser malên wan de hatibûn girtin jî hatin binçavkirin.
|
09:50 13/10/2016 |
|
Serokê Tevgera Sadr Muqteda El Sad Erdogan hişyar kir û wiha got: "Leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne yan em ê bi zorê wan ji xaka Iraqê biqewirînin."
|
09:36 13/10/2016 |
|
Hêzên dewletê bi mehan e tenê ji ber hilweşandinê qedexeya derketina derve berdewam dikin û li gor agahiyên hatine bidestxistin dê hilweşandin heya meheke din jî bidome.
|
09:34 13/10/2016 |
|
Parlemeneterê HDP'ê Ferhat Encu ku ji bo îfadeyê bide ji aliyê dozgeriyê ve 12 vexwendname jêre hatine şandin got ku dozgerê vîna gel nas neke HDP jî biryarên wan nas nake û tu caran naçin îfadeyê nadin.
|
09:27 13/10/2016 |
|
Welatiyê bi navê Îhsam Ceylan ê li gundê Mahsertê wesayîta wî bi awayekî vala hat dîtin 105 roj in agahî nayê girtin. Serokê ÎHD'ê yê Mêrdînê Erdal Kuzu diyar kir ku rêbaza windakirinê ya salên 90'an careke din tê dîtin ev rewşekî bi fikar e.
|
09:26 13/10/2016 |
|
Paytextê Dewleta Ûrartûyan Arzaşkûn ê ku beriya zayînê bi 500 salî pêşî wek konfederasyona hin qebîleyan li Erdîşê hat avakirin û bi pêşnûmaya îzxareyî ya ewilîn hat çêkirin, niha li benda kefşbûnê ye.
|
09:24 13/10/2016 |
|
Li Kadîfekale û Çîmentepaya ku herî zêde kurd lê dijîn, gelek tiryakfiroş hene. Li gel her kes bi wan dizane jî, polîs qet mudaxileyî wan nakin. Z.P. û Ç.P. ên ku behsa firotina tiryakê kirin, anîn ziman ku polîs bi rişwetê xwe li bêdengî û nedîtiyê datînin.
|
09:23 13/10/2016 |
|
Parlementera CHP’ê ya berê Melda Onûr anî ziman ku, OHAL pergala serokatiyê ya ku Serokomar Erdoganî daxwaz dikiriye bi awayekî şênber xist meriyetê û xwest lêgerîna demokrasiyê zêde bikin. Onûr da zanîn ku, ew ê di 23’yê cotmehê de hevdîtinên demokrasiyê pêk bînin.
|
09:20 13/10/2016 |
|
Hezexiyan li dijî hilweşandina malan a ji liyê hêzên dewletê ve pêk tê nerazîbûnên xwe dan der û wiha gotin:"Hêzên dewletê malan bi ser me de hilweşînın jî, em ji malên xwe dernakevin."
|
09:19 13/10/2016 |
|
Hevberdevka TÛHAD-FED’ê ya Dîlokê Încîl Selçûk diyar kir ku, heke li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê binpêkirina mafan raneweste, dê malbat li ber girtîgehê dest rojiya mirinê bikin.
|
09:16 13/10/2016 |
|
Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadîr Bagdû yê ku 2 sal berê li Edeneyê hat qetilkirin, hîn jî kiryarên wî nehatine dîtin. Malbata Bagdû û parêzerên wî xwestin kiryarên diyarkirî bên darizandin.
|
09:15 13/10/2016 |
|
Songul Şeran, dayika şervanê YPG’ê Seyît Riza Şeran (Delîl) ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jiyana xwe ji dest da, wiha got: “Delîl zarokekî biçûk bû, lê ew ji wan mirovên dilmezin bû.”
|
09:11 13/10/2016 |
|
10 zarokên bûn şahidên şerê sûrê û êrîşêh hêzên dewletê, li taxên qedexe wêne kişandin. Zarokên wêne kişandin dê wêneyên xwe di 4'emîn Rojên Weneyan a Navneteweyî de bidin pêşandan.
|
09:03 13/10/2016 |
|
Welatiyên ku pêşangeha wênekeş Mehmet Ozer a ji bo bîranîna 101 şehîdên aştiyê yên di Qatlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan vekir, ziyaret kirin anîn ziman ku dema ku tê gotin dewlet parastina ewlehiya gel tê hişê mirov lê dewletên sedsala 21'emîn dewletên qatlîamker in.
|
08:10 13/10/2016 |
|
Yekîneyên polîsan şevê din bi ser avahiya HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyên Amedê de girtin û lêgerîn pêk anîn.
|