DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

21:23 12/10/2016
 
Li Şemzînanê 3 kes serbest hatin berdan
Li Şemzînanê 3 endamên HDP’ê yên serê sibê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
21:14 12/10/2016
 
HDP û DBP çûn sersaxiya kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan
Rêxistinên HDP û DBP’ê çûn sersaxiya welatiyên ku di teqîna li dijî Qereqola Dûrê ya Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dan.
20:38 12/10/2016
 
'Çi karê te li ser wê kursiyê heye?'
Endamê Meclîsa CHP'ê Yildirim Kaya, nobeta Endamên Egîtîm-Senê ya Rihayê ziyaret kir û diyar kir ku Wezareta Perwerdehiya Giştî ji bo girtina mamosteyan li benda Serokwezîre û wiha got: "Em bang li Serokwezîr dikin û dibêjin tu li benda çiye? Ger ku tu li benda Qesrê ye çi karê te li wir heye?"
20:14 12/10/2016
 
Binçavkirina siyasetmedarên kurd hat şermezarkirin
Rêxistinên HDP û HDK'ê yên Stenbolê, operasyona qirkirina siyasî ya li dijî endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên li Kurdistanê li Qada Galatasarayê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
19:38 12/10/2016
 
Rojnamegeran dawî li çalakiya rûniştinê anî
Rojnamegerên ku televizyon û radyoyên wan hatin girtin û 3 roj berê dest bi çalakiya rûniştinê kirin îro bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anîn.
18:36 12/10/2016
 
Leşkeran li Tendurekê dest bi operasyonê kir
Leşkeran li Tendurekê dest bi operasyona leşkerî kirin.
17:14 12/10/2016
 
Li Şirnexê pevçûn: Leşkerek mir û 2 leşker birîndar bûn
Di navbera leşkerên ku li herêma Besta a Şirnexê derktin operasyonê û endamên HPG'ê de pevçûn derket û di encamê de leşkerek mir û 2 leşker birîndar bûn.
16:31 12/10/2016
 
Wesayîta zirxî qulipî, 3 polîs birîndar bûn
Wesayîta polîsan a zirxî dema li ser rêya Çelê re bi lezê çidû qulipî û di encamê de 3 polîs birîndar bûn.
16:08 12/10/2016
 
Tuncel çû serdana rojnamegeran
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel çû serdana rojnamegerên ku ji ber şermezarkirina televîzyonan di çalakiya rûniştinê de ne.
15:50 12/10/2016
 
Dayîkên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan da
Dayikên Aştiyê yên li ber Qesra Dolmabahçeyê cara 50'emîn hatin cem hev bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê yên li hemberî HDP û DBP'ê dan û wiha gotin: "Her ku em dibêjin aştî û bila dayîk negirîn Erdogan zilmê li me dike."
15:44 12/10/2016
 
Di hefteyekî de 181 DBP'î û HDP'î hatin binçavkirin
Îxtidarê wekî operasyonên di bin navê KCK'ê de yên 2009'an ji nû ve xist dewreyê. Di hefteyekî dawî de ji siyaseta kurd 181 kes hatin binçavkirin.
14:48 12/10/2016
 
Rêveberên ÎHD’ê çûn serdana rojnamegeran
Parazvanên mafê mirovan ên Amedê çalakiya rûniştinê ya rojnamegeran a li Amedê hatibû destpêkirin ziyaret kir û piştgiriya xwe ya ji bo çapemeniya azad aşkera kirin.
14:43 12/10/2016
 
Li Şemzînanê ji TOMA'yê strana "Şehitler Olmez" bilind dibe
Li Şemzînanê wesayîta TOMA ya leşkerî ku di navenda sûkê de diçe û tê strana "Şehitler Olmez" lê dide.
14:27 12/10/2016
 
Li bejahiya Bagokê operasyona leşkerî
Li herêma çiyayê Bakokê ku girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye operasyona leşkerî hat destpêkirin.
14:27 12/10/2016
 
Lêgerînên li avahiyên DBP û HDP'ê bi dawî bû
Lêgerînên li avahiyên HDP û DBP'ê serê sibehê piştî serdegirtinan dest pê kir bi dawî bû.
14:12 12/10/2016
 
3 rojnameger beraet kirin
Rûniştina doza 3 rojnamegerên ku merasima Mahmut Bulak ê polisan qetilkir kirin nûçe û doz li wan hat vekirin hat dîtin. Heyeta dadgehê doza 3 rojnamegeran beraet kir.
14:00 12/10/2016
 
Dîmenên dema qetilkirina Dîlek Dogan hatin jêbirin
Rûniştina doza qetilkirina Dîlek Dogan a ji aliyê polîsan ve hat dîtin. Derket holê ku dîmenên kamera yên dema kuştina Dîlek Dogan jê hatiye birin.
13:40 12/10/2016
 
Zarokê di teqînê de birîndar bû dê were emelyat kirin
Zarokê bi navê Hakan Ayvalik (10) ê ku duh li Geverê di teqîna bermahiya polîsan de bigiranî birîndar bû têpayîn ku dê bê emelyatkirin.
13:24 12/10/2016
 
Baroya Amedê rojnameger ziyaret kir
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û endamên Lijneya Rêvebir a Baroyê çalakiya rojnamegeran ziyarek kirin.
13:20 12/10/2016
 
Mehmed Ûzûn û şerê estetîka kurd - HEVPEYVÎN
Di 9’emîn salvegera wefata nivîskar û romanûsê kurd Mehmet Ûzûn de, nivîskar û rojnameger Medenî Ferho, der barê roman, romanûsî, estetîka kurdî û ya di berhemên Ûzûn de nirxandinên girîng kirin. Ferho diyar kir ku eger roman nikaribe bibê bersiva xwîna di şahdamarê civaka xwe de, wê nikaribe li hembarî inkarê, li hemberî tunekirinê berxwe bide û got: "Wê bikevê xefka hêzên serdest. Di romanên Mehmet Uzun de, biyografîk serketî ne, yê din, di aliyê tîpolojî de sentetîk in, ji realîteya Kurd dûr in. Dema em dêhnê xwe didine populerîteya Mehmet Uzun, medya tirk derdikevê pêşberî me."

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN