DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

14:24 06/10/2016
 
Xebatkarê şaredariya Akdenîzê hat binçavkirin
Xebatkarê Şaredariya Akdenîzê Alî Çat hat binçavkirin.
14:09 06/10/2016
 
Cenazeyên 20 kesan bi merasîmê hatin definkirin
Cenazeyên 20 kesên ku li Hesekê di encama êrîşê bombeyî de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmekî hatin definkirin.
14:01 06/10/2016
 
Rojnameger Kizilkaya: Ewlehiya canê me tuneye
Midûrê Karê Nivîsan a Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya yê girtiye di doza ku bi rojnameger Fehîm Işik ve tê darizandin de diyar kir ku dema çûn û hatine dadgehê pirsgirêka ewlehiya can dijî.
13:39 06/10/2016
 
Ji HPG'iyan li dijî qereqolê çalakî
Li gundê Dêlezê ya Geverê gerîlayên HPG’ê bi havan û çekan li dijî Qereqola Jendermeyê ya Kisikliyê çalakî pêk anîn. Piştî çalakiyê leşkeran derdora gund dan ber guleyan û kesekî birîndar kirin.
13:08 06/10/2016
 
Xebatarên TV10: Em ê li hemberî Kerbelaya nû rawestin
Xebatkarên TV 10 diyar kirin ku dixwazin civaka Elewî ji geşedanên li welat tên jiyîn bê agahî bimînin û wiha gotin: "Em ê li hemberî Kerbelaya nû rawestin."
13:02 06/10/2016
 
Cezayê pere û hepsê li Hevseroka DBP'ê Îpek birîn
4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 18 meh û 22 roj cezayê hepsê û 6 hezar TL cezayê pereyan li Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek birî.
12:53 06/10/2016
 
Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin
Li Mêrsînê di serdegirtinên malan de 2 kes hatin binçavkirin.
12:50 06/10/2016
 
Şahidên bûyerê: Bi birîndarî hat girtin piştre înfaz kirin
Li taxa Xaçortê ya Wanê 2 ciwanên ku hate gotin YPS'î ne ji aliyê polîsên ku mal dorpêç kirin vê hatin qetilkirin. Şahidên bûyerê diyar kirin yek ji ciwanê ku bi birîndarî hat girtin li jêrzemînê ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin.
12:30 06/10/2016
 
Dewlet li Cizîrê dibistana xira dike qerekolan çêdike
Li Cizîrê hêzên dewletê dibistanan bi kepçeyên kar hildiweşînin û cihê wan qerekolan çêdikin.
12:29 06/10/2016
 
Hunermend Şarik Apo li gundê xwe yê hatibû sirgunkirin spartin axê
Hunermend Şarik Apo yê ku ji ber nexweşiya pençerşêrê li Almanyayê jiyana xwe ji dest da, li gundê xwe Kelxasî yê ku jê hat sirgunkirin hate definkirin.
12:23 06/10/2016
 
Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
Li Cizîrê di serdegirtinên malan de 4 welatî hatin binçavkirin.
12:02 06/10/2016
 
Qeyûmê sela jî asteng kir
Di merasima cenazeyê endamê HPG'ê Deniz Çiçek de qeyûmê destûr neda ku sela bixwînin. Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Dîlan Taşdemir, mele ne ji qeyûmê ji kur-anê emir digire û bertekên xwe anîn ziman.
11:54 06/10/2016
 
Hevserokê MEYADER'ê Şaybak hat girtin
Hevserokê MEYADER'ê yê Wanê Îdrîs Şaybak, bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin.
11:30 06/10/2016
 
Li Dêrikê girtin li Silopiya binçavkirin
Li Dêrikê 5 welatî hatin girtin û li Silopiya jî di serdegirtina malan de 9 welatî hatin binçavkirin.
11:13 06/10/2016
 
Di Îlonê de dengê 23 weşan hatin qutkirin
Cemîyeta Rojnamegerên Azad (CRA) rapora meha îlonê aşkere kir. Li gorî raporê di îlonê de qanalên 12 televîzyonan hatin reşkirin û dengê 11 radyoyan hatin qutkirin. Dîsa di vê mehê de pasaportên 46 rojnamegeran hatin betalkirin û 18 rojnameger hatin binçavkirin. Ji 18 rojnamegerên hatin binçavkirin jê 11 rojnameger hatin girtin. Ajansa Nûçeyan a DÎHA'yê cara 46'an hat astengkirin.
10:37 06/10/2016
 
Girtiyê nexweş Bahadir rakirin nexweşxaneyê
Girityê nexweş ê bi navê Saît Bahadir ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Kiriklarê tê girtin û nexweşê qansera çerme ji ber şert û mercên xirap ên girtîgehê krîza dil derbas kir.
10:23 06/10/2016
 
Eutelsat: Tirkiye xwest me jî kir
Dîrektorê Giştî yê Eutelsatê, ku li ser daxwaza rejîma AKP'ê weşana Med Nûçe sekinand, diyar kir ku ew gelek qenalên li Tirkiyeyê diweşînin û li xwe mikur hat ku li ser daxwaza RTUK'ê wan Med Nûçe girtiye.
10:20 06/10/2016
 
Hunermendên Kurd: Televîzyonên hatine girtin dengê me ne
Hunermendên Kurd bertek nîşanî girtina televîzyon û radyoyên kurdî dan û wiha gotin: "AKP dîktatoriyê ferz dike ji ber wê dixwaze çapemeniya azad bêdeng bike lê dê nikaribin bi ser bikevin. Em beng li her kesî dikin ji bo 'mafê nûçe girtinê' bi hestiyan tevbigerin."
09:49 06/10/2016
 
Li Edeneyê sedegirina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
Li edeneyê di saetên serê sibê de polîsan bi malan de girtin û gelek kesên ku di nava wan de zarok jî hene binçav kirin.
09:46 06/10/2016
 
Li hemberî girtina Kreşa Alan Kurdî nerazîbûn
Zarokên ku li Qelqeliyê diçin Kreşa Alan Kurdî ya ji aliyê qeyûm ve hat girtin bi gotina "Hem dibistana me hem jî Zarok TV a ku me temaşe dikir girtin" nerazîbûna xwe anîn ziman. Malbat ji bo zarokên wan perwerdehiya bi kurdî bibîne bi israr in.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN